Trump: Ez amade me bi serkirdeyên Îranê re bicivim
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ew gotegot red kirin ku qaşo Îran beşdarî gera nû ya dan û standinên Îslamabadê nabe.
Trump ragihand ku eger bipêşketin hebe, ew amade ye bi xwe rasterast bi serkirdeyên bilind ên Tehranê re bicive.
"Hemû cidî ne"
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ji rojnameya New York Postê re axivî.
Donald Trump ew guman red kirin ku dibêjin dê dan û standin têk biçin.
Trump her wiha got, "Biryar e guftûgoyên me hebin. Lewma ez di vê demê de wisa difikirim ku kes henekan nake û hemû cidî ne."
Şandeya Amerîkayê di rê de ye
Serokê Amerîkayê piştrast kir ku Alîkarê Serok J.D. Vance, Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Şêwirmend Jared Kushner îro ji Amerîkayê ber bi Pakistanê ve bi rê ketine.
Trump daxuyand, "Ew niha di rê de ne û îşev bi dema Îslamabadê digihîjin wê derê."
Trump di rûdaneke dîplomatîk a çaverênekirî de, amaje pê kir ku heke derfet hebe ew amade ye rasterast bi serkirdayetiya Îranê re bicive.
Serokê Amerîkayê got, "Ti pirsgirêka min bi dîtina wan re nîne.
Eger ew bixwazin em bicivin, her çend kesên me yên gelekî jêhatî hebin ku nûnertiya me dikin jî, ti pirsgirêka min nîne ku ez bi xwe wan bibînim."
Mercê Amerîkayê yê sereke
Trump careke din qala naveroka mercên Washingtonê kir û got ku ew tenê li ser xalekê tawîzê nadin.
Li gorî gotina Trump ev xal "çeka nukleerî" ye.
Wî destnîşan kir, "Divê ew dev ji çekên xwe yên nukleerî berdin. Mijar gelekî hêsan e, nabe ti çeka wan a nukleerî hebe."
Trump her wiha anî zimên, eger Îran pabendî vî mercî bibe, dikare bibe "welatekî nayab û bipêşketî."
"Dê encam ne tiştekî xweş be"
Her çend Trump amade nebû hûrgiliyên wan cezayan eşkere bike ku eger guftûgo têk biçin dê bi ser Îranê de bisepîne jî, hişyariyeke zelal da.
Dema jê hat pirsîn ka eger peyman çênebe Amerîka dê dest dayne ser keştiyên din ên Îranî, Trump wisa bersivand:
"Ez naxwazim li vir bi te re têkevim nav wan hûrgiliyan lê tu dikarî texmîn bikî. Dê encam ne tiştekî xweş be."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de tên ku tenê du roj ji bo bidawîhatina agirbesta 14 rojî ya navbera Washington û Tehranê mane.
Herêm bi kelecanî li benda encama guftûgoyên li bajarê Îslamabadê ye.