Nifûsa herî mezin a keran, barê aborî jî li ser pişta 9 milyon keran e
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 20ê kerên cîhanê li Etiyopyayê dijîn û ker di çerxa aborî de xwedî cihekî girîng in.
Pêşiyên Kurdan gotiye, “Heçî bê ker e, bê mefer e.”
Dibe ku îro li Kurdistanê teknolojiyê cihê keran girtibe lê li hinek deverên cîhanê hîn jî heçî bê ker e, bê mefer e.
Etiyopya yek ji wan deveran e ku ker mohra xwe li jiyana mirovan dixin.
Lê mixabin ker li wê derê jî di çavê gelek kesan de tenê “ker” e û gelek pirsgirêkên keran hene.
Lê bê guman hinek ajeldost dengên keran jî dibihîzin.
Yek ji wan jî dezgeheke xêrzwaziyê ya Brîtanî ye ku li nêzîkî Merkatoyê “Stargaha Keran” vekiriye.
Stargaha Keran li sernaserê cîhanê dixebite û ker li klînîkên wê belaş tên dermankirin.
Carinan bi dehan ker li hewşa stargehê dicivin. Hinek ji wan ji ber nalên xwe “gazinan” dikin û hinek ji wan jî dilê xwe li kaya di delêf de rihet dikin.
Bijîşkên ajelan jî hewl didin birîn, êş û elemên wan derman bikin.
Guluma Bayi 38 salî ye, bi hevsarê du kerên xwe girtiye, rêya saet û nîvekê biriye û berê xwe daye stargehê.
Guluma li ser êş û jana kerên xwe AFPyê re got:
"Sê hefte ne ku kerên min nexweş in. Lingê yekê diêşe û zikê ya din diêşe.”
Guluma jî wekî piraniya gundiyên xwe debara xwe bi kerên xwe dike.
Guluma cêrên avê li sepilên kerên xwe dike û avê difiroşe gundiyan.
Heke ne ji keran be halê wan ne ti hal e, lewma jî divê kerên xwe ji çav nekin.
Gotinên Guluma yên bi rengê "Piştî ku ew nexweş ketin, min nikarîbû nan ji zarokên xwe xwe re bikirim” girîngiya keran nîşan didin.
Dawiya dawî bijîşkên dilbirehm her du kerên Guluma derman kirin û wî dîsa bi hevsarê wan girt û berê xwe da gundê xwe.
Helbet vê carê bi rûgeşî û dilxweşî. Kî dizane belkî ji kêfan fîkandibe jî!
“Heke kera te nebe, tu bi xwe ker î"
Li gorî Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî heta sala 2018an li Etiyopyayê hejmara keran nêzîkî 9 milyonan bû.
Etiyopiya li rojhilatê Afrîkayê ye û nifûsa wê nêzîkî 130 milyonî ye.
130 milyon mirov û 9 milyon ker.
Dema rewş ev be girîngiya keran dibe rastiyeke jiyanê.
Ker cot dikin, avê dikişînin, baran vediguhêzin û ji wesayîtên modern re dibin alternatîveke erzan.
Pêşiyên Etiyopyayê ji pêşiyên Kurdan bêhtir qedir daye kerên xwe û wan gotiye, “Heke kera te nebe, tu bi xwe ker î."
Kordînatorê Stargaha Keran Tesfaya Megra ev gotina xelkê Etiyopyayê bi bîr xist û got:
"Ew heywanên gelekî hêja ne û dema ku xizmetên curbicur ji civakê re pêşkêş dikin êşê dikişînin.”
Mirov şîrê xav mêhtiye û gelek caran di gotin û kirinê de ji hev cuda ye.
Ev rastiya însên li Etiyopyayê di majara keran de jî derdikeve pêşiya me çimkî jiyana rojane ya keran ne wekî gotinên wan e.
Gelek caran barên wan pir giran in, xwediyên wan li wan dixin û miameleya xerab jî bi ser de.
Chane Baye jî xwediyê du keran e. Ew tûrikên xwe tiji zad dike, dixe bendekên kerên xwe û difiroşe bikiran.
Baye bi saya serê kerên xwe rojana 200-400 “birr”î (1,5-3 dolar) berdide binê berîkê.
Divê were gotin ku sêyeka nifûsa Etiyopyayê di bin xeta xizaniyê ya rojane ya Banka Cîhanî de dijî ku ew jî 2,15 dolar e.
Chane Baye 61 salî ye, dema pê dihese ku kerên wî dikulin an jî nexweş dikevin berê wan dide klînîkê.
Baye niha kêfxweş e ku êdî kerên wî tedawiya pisporan dibînin.
Pirsgirêkên ferikandina xwarinê
Bi kerên welêt re gelek caran pirsgirêkên ferikandina xwarinê çêdibin çimkî êmê wan kêm e û plastîkên ku tev li qûtê wan dibin ji rovîkên wan re dibin belayeke nû.
Derege Tsegay li stargehê bijîşk e û hewl dide kereke ku nikare xwarina xwe biferikîne derman bike.
Tsegay lepikên xwe xistine destê xwe û rîxa ku di rovîkên wê de asê maye derdixe.
“Ez serbilind im”
Derege Tsegay ji bo ku van kerên ker û lal ji êş û elemên wan rizgar dike dilxweş e û dilxweşiya xwe wiha tîne zimên:
"Ez bi ya ku ez dikim serbilind im, ji ber ku ez hewl didim pirsgirêka gelek xwedîkeran çareser bikim ku xwe dispêrin kerên xwe.”