Trump: Dibe ku em neçar bimînin careke din êrişî Îranê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dibe ew neçar bimînin careke din êrişî Îranê bikin.

Trump her wiha diyar kir ku ji bo biryara êrişê "tenê kêliyek mabû" û wî Îran wekî "zordarê Rojhilata Navîn" pênase kir.

Serokê Amerîkayê li Koşka Spî pirsên rojnamegeran bersivandin.

Trump li ser pirsa nêzîkbûna êrişa li ser Îranê û bidawîbûna agirbestê ev bersiv da:

"Îro ji bo ku ez herim û biryara êrişê bidim tenê kêliyek mabû. Hemû keştî tijî çek bûn."

Trump destnîşan kir ku êrişa hatiye plankirin "li ber pêkanînê bû."

Serokê Amerîkayê roja duşemê jî daxuyaniyek dabû.

Wî gotibû ku "ji bo bidawîanîna şer dan û standinên cidî tên kirin " û wî êrişa leşkerî rawestandiye.

Rexneyên tund

Trump di daxuyaniyên xwe de bi tundî rexne li Partiya Demokrat jî girt.

Trump Demokrat wekî "ehmeq" pênase kirin.

Wî îdia kir dema ew bi Îranê re dan û standinan dike, ew hewl didin pêvajoyê asteng bikin.

Trump diyar kir ku armanca wan a sereke "rêgirîkirina li ber çekên atom ên Îranê ye" û wiha got:

"Ew ji bo wêrankirina Rojhilata Navîn û cîhanê çekên atom dixwazin. Em dê destûrê nedin vê yekê."

Axaftina Tump bi kurtî wiha bû:

"Divê em bibin xwedî welatekî ewle. Divê em bibin xwedî welatekî mezin. Divê em piştrast bin ku Îran nabe xwedî çekên atom.

Ez ji bo van hemû mijarên zehmet ên ku hûn dibînin têkoşînê dikim.

Em bi Îranê re di nava dan û standinan de ne. Paşê Demokrat derdikevin û dibêjin divê Trump were rawestandin.

Hûn dizanin ka bi welatekî ku we bi temamî serdestî lê kiriye re çawa dan û standin tên kirin. Ew tên ser maseyê û ji bo peymanê lavayan dikin.

Ez hêvî dikim ku em neçarî şer nemînin lê dibe ku em neçar bimînin derbeyeke din a mezin li wan bidin.

Ez hîn ji vê yekê ne piştrast im. Em dê di demeke nêzîk de bibînin.

Dema hûn dan û standinan dikin hûn hemû kartên xurt berhev dikin lê ew dixwazin we rawestînin.

Ev bi temamî mijareke siyasî ye. Ev Demokrat in. Ehmeq in.

Ez di nîvê dan û standinan de me û ez dibêjim: Çekên we yên atom nabin. Demokrat jî dixwazin rê li ber dan û standinên Trump bigirin.

Heger pêwîst bike dixwazin rê li ber derbeyeke nû bigirin.

Ew ji bo teqandina Rojhilata Navîn û cîhanê çekên atom dixwazin. Em dê destûrê nedin vê yekê."

"Em ji bo destpêkirina êrişê amade bûn"

Rojnamegerekî pirsa "Hûn çi qasî nêzîkî êrişa li ser Îranê bûbûn?" pirsî.

Trump ev bersiv da:

"Tenê kêliyek mabû. Em hemû ji bo êrişê amade bûn. Hûn qala doh dikin.

Diviyabû niha pêk hatibûya. Her tişt temam bûbû. Keştî bi temamî hatibûn barkirin.

Heta devê xwe tijî bûn û em hemû ji bo destpêkirinê amade bûn.

Îran 47 sal in bûye zordara Rojhilata Navîn. Bi rastî zordara Rojhilata Navîn bû. Pîs in, gelekî pîs in û gelekî xeternak in."