Li Japonyayê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li deryaya başûrrojavayê Japonyayê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbûye.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku navenda erdhejê 8 kîlometreyan li rojhilatê herêma Wadomariyê ya eyaleta Kagoşimayê ye.

Erdheja bi hêza 5,9 pileyan di kûrahiya nêzîkî 42 kîlometreyan de hat tomarkirin.

Zererên canî û madî nînin

Li gorî agahiyên destpêkê, di erdhejê de ti zererên canî û madî çênebûne.

Her wiha piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.