Tirkiyeyê projeyek pêşniyarî NATOyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku hikûmeta wan ji NATOyê re projeyeke taybet a boriya sotemeniyê pêşniyar kiriye û ew proje li gorî yên din 5 qatan kêmtir mesrefê dixwaze.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk îro da zanîn ku wan ji bo xurtkirina ewlehiya enerjiyê ya li baskê rojhilat ê NATOyê gav avêtiye.

Akturk eşkere kir ku wan "Projeya Boriya Sotemeniyê ya NATOyê" pêşniyar kiriye.

Hûrgiliyên projeyê

Armanca projeyê ew e ku veguhastina sotemeniyê ya bi deryayê re kêm bibe.

Hat diyarkirin ku mesrefê vê projeyê li gorî alternatîvên din 5 qatan kêmtir e û dê di demeke kurttir de bikeve pratîkê.

Hikûmeta Tirkiyeyê projeyeke stratejîk ku bihayê wê 1,2 milyar dolar e pêşkêşî hevpeymaniya NATOyê kiriye.

Armanc ew e ku xeteke boriya veguhastina sotemeniya leşkerî di nav Bulgaristanê re bikişînin û bigihînin Romanyayê.

Bi vî awayî dê pêdiviyên enerjiyê yên baskê rojhilat ê hevpeymaniyê bên peydakirin.

Tê çaverêkirin ku biryara dawî ya li ser vê projeyê di lûtkeya bê ya NATOyê de bê dayîn.

Lûtkeya NATOyê dê 7 û 8ê Tîrmeha 2026an li Enqereyê were lidarxistin.

Ev xeta boriyê dê tenê ji bo leşkeriyê be û bi ti awayî ji bo veguhastina sotemeniya sivîl nayê bikaranîn.

Şerê Ukraynayê û aloziya li Tengava Hurmizê

Êrişa Rûsyayê ya li Ukraynayê û krîza enerjiyê di cîhanê de bandoreke mezin kiriye.

Her wiha, di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de Tengava Hurmizê hatiye girtin.

Vê aloziya li herêmê NATO neçar kiriye ku pergala xwe ya peydakirina sotemeniyê xurttir bike û zêdetir xwe bispêre rêyên bejahî yên aram.

Ev projeya Tirkiyeyê temamkera hewldanên Polonya û Romanyayê ye.

Ew welat hewl didin ku pergala boriyên NATOyê (NPS) ber bi rojhilat ve dirêj bikin.

Ev pergal di serdema Şerê Sar de tenê heta Almanyayê diçû.