Berlîn (Rûdaw) - Serdana Serokê Amerîka Barack Obama ya durojî ya Almanyayê qediya. Di hevdîtinên di navbera Obama û birêveberên dewleta Almanyayê de bi taybetî peyamên pesindayina dostaniya herdu dewletan ya qayîm derketin pêş.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barrack Obama di civîna çapemeniyê ya bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re balkişand li ser hebûna hejmarek bilind a leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê û diyar kir ku ev yek jî girêdana bi hev re ya herdu welatan nîşan dide. Li ser pirsa gelo gotûbêjên derbarê ku operasyonên Amerîkayê yên bi rêya balefirên bê mirov ji Almanyayê tên birêvebirin jî , Obama diyar kir ku haya wî jê heye li Almanyayê vê derbarê de di medyayê de nûçe têne weşandin lê belê di vî warî de xebatek wan a wisa li Almanyayê nîne.
'Almanya wê çekan nede mûxalefeta Sûriyê'
Derbarê şopnadina agahdariyên taybet yên bikarhênerên înternetê ji hêla saziyên sîxûrî yên Amerîkayê de jî Barack Obama wiha axivî: “Emailên Amerîkî, Alman anjî Fransiyan qet nehatine xwendin, lê yên bi destûra dadgeran tên şopandin. Bi vê yekê jî jiyana mirovan hatin rizgarkirin“.
Ji hêla din ve Obama bang li Almanyayê kir ku di warê aramiya cîhanê de bêhtir peywirê li ser milê xwe bigire.
Di heman civîna çapemeniyê de serokwezîra Almanya Angela Merkel li ser pirsekî diyar kir ku Almanya wê çekan nede muxalefeta Sûriyê. Wê herwiha tekez kir di warê zagonî de li Almanya hemû tişt diyar e û ji wê chendê nabe ku çek ji bo welatên şerê navxweyî lê heye were rêkirin.
Obama li qada servekirî ya dîrokî axivî
Îro piştî nîvro Serokê Amerîka Barack Obama bi beşdariya serokwezîra Almanya û gelek rayedarên dewlet û hikûmetê li qada Brandenburger Tor ya Berlînê jî li ser dikê ji 4 hezar kesên hatibûn vexwandin re axivî.
Li vê derê Obama behsa gellek babetan kir û diyar kir ku ew jî dixwaze girtîgeha Guantanamo were girtin. Herwiha derbarê enerjiya atomî de jî Obama got ku pêwist e ew ji bo jiyana rojane ya welatiyan pê baş bibe were bikaranîn. Lê belê ji ber Îran û Koreya Başûr dixwazin bi wê rêbazê çeka atomî biafirînin, pêwist e xebata herdu welatan a di vî warî de bi sînor were hiştin.
Peyama herî giring ya Obama
Di dawiya axaftina xwe ya li qada Brandenburger Tor peyama ku wekî peyama wî ya herî giring hate nirxandin da. Barack Obama diyar kir ku ew wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amade ne hebûna serikên çekên xwe yên atomî ji sisêyan yekî kêm bikin. Bi vê yekê jî wê hem Amerîka û hem jî welatên wê yên dost di nava ewlehiyê de bin.
Serokê Amerîkayê Barack Obama ku ji dema hatibû hilbijartin ve yekem car bû serdana Berlînê kir, êvara duşemê gihişt vî bajarî. Malbata wî jî pê re hat Berlînê. Carnan xanim û herdu keçên Obama pê re beşdarî bernameyan bûn û carnan jî bi serê xwe bernameyên din pêk anîn. Piştî bernameyek tije ya roja çarşemê jî, ew şeva çarşemmê, ji Berlînê veqetiya û berê xwe da Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse