Kopinhagin (Rûdaw)- Di nava 2 berbijêrên kurd bo Parlamentoya Danîmarkayê de, tenê yekî ji wan dengên pêwîst bi dest anî û ket parlamentoya wî welatî.
Di hilbijartinê Danîmarkayê yê roja Pêncşema borî de, hevpeymaniya partiyên rastgir karî serkeftinê li hember hevpeymaniya çepgir bi dest bîne.
Hejmara kursiyên Parlamentoya Danîmarkayê 179 kursî ne, ku bi ser 9 partî û aliyên siyasî yên wî welatî de belav bûne, ku 10 aliyên siyasî tê de beşdar bûne.
Serkeftina mezin jî Partiya Gelê Danîmarkayê bi dest anî, ku rêjeya kursiyên wê ji 22 bo 37an zêde bû.
Kurdên niştecihên Danîmarkayê hejmara wan serdora 50 hezar kes e. Li wî welatî 7 berbijêrên kurd bi ser 3 partiyên siyasî de belav bibûn, 4 berbijêr ên Partiya Gelê Sosyalîst bûn, 2 kes jî ji ser Partiya Sosyal Semokrat bûn û 1 jî berbijêrê Partiya Radîkal bû, lê ji ber şikestina hevpeymaniya çepgir tenê berbijêrekî kurd gihîşt parlamentoyê.
Di xula borî de, herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, Oyzlem Sara Çekîç ji ser Partiya Gelê Sosyalîst û Yaldiz Akdogan ji Partiya Sosyal Demokrat bibûn endamên parlamentoyê, lê vê carê kurdan ne tenê hejmara xwe zêde nekirin, lê belê kêm jî kirin.
Partiya Oyzlem Sara Çekîç nîvê kursiyên xwe ji dest da, ku ji 16 kursiyan di xula borî de, tenê 7 kursên parlamentoyê bi dest anî û yek ji wan kesên ku nikarîbû dengên pêwîst kom bike, Çekîça kurd e.
Rêberê dijbereya Danîmarkayê, Lars Luke Rasmosyn diyar kir ku ewê hewl bide hikûmetê ava bike, lê divê ew rêkeftinê ligel Partiya Delî ya rastgir bike.
Serokwezîra Danîmarkayê, Helle Thoring Schmidt ku di sala 2011 de serokwezîrtî wergirtibû û bibû yekem jina ku serokwezîrtiyê werdigire, li şikestina xwe di hilbijartinan de mukir hat û dest ji serokatiya partiya xwe berda.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse