Amerîkayê ambargoyên nû li ser Îranê sepandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ji ber dabînkirin û veguhastina amûrên hestiyar ji bo pîşesaziya berevaniyê ya Îranê, kesek û 8 kompanya xistine lîsteya cezayan.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku ceza li keştiyeke kompanyaya Unico Shipping a navenda wê li Hong Kongê ye jî hatiye sepandin.

Hat diyarkirin ku armanca van cezayan ew e ku rê li ber pêşxistina şiyanên mûşekî û çekên din ên Îranê were girtin û rêya gihîştina çavkaniyan li Supaya Pasdaran a Îranê û hêzên wê yên wekîl were girtin.

Berpirsê Wezareta  Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent derbarê mijarê de daxuyanî da û got:

"Amerîka bi israr e ku rê li ber hemû hewlên Îranê yên ji bo dabînkirina teknolojî, parçe û amûrên hestiyar û dualî bigire ku bingeha bernameyên mûşekên balîstîk, dron û çekên asîmetrîk ên rejîmê pêk tînin."

Bessent tekez kir ku kesên piştgiriyê didin van planan dê wekî berpirsyar bên dîtin.

Wî her wiha destnîşan kir ku ew dê berdewam bin li ser lawazkirina karîna Îranê ya çêkirin û belavkirina van çekên kujer ku gefê li aramiya herêmê û ewlehiya cîhanê dixwin.

Li aliyê din şerê Îran û Îsraîlê jî bi dijwarê berdewam dike û çavên cîhanê li ser wê yekê ku gelo bê ka Amerîka tevlî şerê Îran û Îsraîlê bibe yan na.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di nava 2 hefteyan de biryarê bide bê ka dê Amerîka tevlî şer bibe yan na.