Donald Trump: Gelekî zehmet e ku em ji Îsraîlê re bibêjin ‘Raweste’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îsraîl di şer de bi ser dikeve û gelekî zehmet e ku ew jê re bibêjin “Raweste.”

Di nav germiya şerê Îran û Îsraîlê de yek ji mijarên ku herî zêde rojev e, helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump û biryarên wî ne.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê doh ragihand ku Donald Trump dê di nava 2 hefteyan de biryarê bide bê ka Amerîka dê tevlî şer bibe yan na.

Donald Trump îro bi helîkopterê ji Washingtonê berê xwe da New Jerseyê û li wir pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Em dê bersiveke tund bidin wan”

Trump diyar kir, “Em dilgiran in ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê êrişî berjewendiyên me bikin û eger ev rû bide em dê bersiveke tund bidin wan.”

Wî da zanîn ku ew bi Îranê re dan û standinan dikin û got, “Ka em binêrin bê çi rû dide. Belkî hewce nemîne ku em midaxele bikin."

“2 hefte demeke guncav e”

Serokê Amerîkayê daxuyand, Îranê nêzîk e ku çekên atomî çêbike û li pey çû:

“Bi texmîna min 2 hefte demeke guncav e da ku em bibînin bê ma Îranî dê hişê xwe bidin serê xwe yan na.”

Trump destnîşan kir ku petrola Îranê zehf û anî zimên, “Ez fêhm nakim bê çima Îran dixwaze bibe xwediyê çekên atomî.”

Donald Trump diyar kir ku wî heta niha ji bo aştiyê gelek hewl daye û got, “Divê ez 3-4 xelatên Nobelê yên aştiyê bistînim.”