Siyasetvanê Îrlandî alaya Îsraîlê daxist

20-07-2014
RÛDAW
A+ A-
Rûdaw (Hewlêr)- Li Îrlandayê siyasetvanê îrlandî Hugh Lewîs di pêşbaziya 44 dewlet beşdarbûyî de, bi sêlmê hewa ket û alaya Îsraîlê daxist.

Piştî êrişên li  Xezeyê, bizavên li hemberî Îsraîlê zêdetir dibin. Herî dawî siyasetvanê endamê meclisa şaredariya Îrlandayê Hugh Lewîs, di pêşbaziya nêvdewletiya li Îrlandayê de alaya Îsraîlê daxist.

Li gorî nûçeya rojnameya Irish Independetê Lewis Hugh, di pêşbaziya li rojhilatê Îrlandayê, li Lîmana Dun Laoghaireyê, ber bi qada alayên 44 welatan bilindkirî ve çû û alaya Îsraîlê daxist.

Lewis, ku endamê partiya çepgir “People Before Profit” ye, beriya hewldana xwe çend caran ji berpirsiyaran xwest alaya Îsraîlê bi daxînin. Çawe ku daxwaziya wî bi cih nehat, wî bi xwe daxist.

Lewis li ser medyaya sosyal wêneyê bûyerê parvekir û got: “Li hemberî hewldanên min, berpirsiyarên lîmanê ev daxwazî red kirin. Bi vî awayî jî gotin partiya ‘People Before Profit’ê ala daxist.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst