Keştî wergeriya, 34 kes mirin û 8 kes jî winda ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li Vietnamê bahoz li keştiyeke geştiyaran rabû û 34 kes mirin ku piraniya wan geştyar in.
Li gorî nûçeya VN Expressê, li Kendava Ha Longê ya Vîetnamê keştiyeke geştiyaran a ku 48 rêwî û 5 karmend tê de bûn ji ber bahozeke ji nişka ve wergeriya.
Rayedaran ragihand ku 11 kes hatine rizgarkirin, termên 34 kesan hatine dîtin û 8 kes jî winda ne.
Rayedaran diyar kir ku parêzvanên sînor, hêzên deryayî, polîs û berpirsên bendergehê li gel 27 keştî û 2 belemên rizgarkirinê sewqî herêmê hatine kirin û ji bo hevahengiya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê navendeke fermandariyê hatiye avakirin.
Fermandariya Hêzên Deryayî berê ragihandibû ku 12 kes hatine rizgarkirin lê paşê ev hejmar wekî 11 hat sererastkirin.
Hat diyarkirin ku piraniya rêwiyên keştiya bi navê "The Wonder Sea" geştyar bûne û nêzîkî 20î ji wan zarok bûne.