2 erdhejên mezin Rûsya hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Nîvgirava Kamçatkayê ya ku dikeve rojhilatê dûr ê Rûsyayê bi du erdhejên mezin ên li pey hev hejiya.

Li gorî agahiyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Almanyayê (GFZ) û Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Deryaya Spî (EMSC) hêza erdhejan gelekî mezin bû.

Li gorî daxuyaniya GFZyê, erdheja yekem li nêzîkî peravên Kamçatkayê, 10 kîlometre di binê erdê de çêbû.

Hêza erdhejê ya ku destpêkê wekî 6,2 pileyan hatibû pîvandin, paşê wekî 6,6 pileyan hat nûkirin.

Piştî hejîna yekem bi demeke kurt li heman herêmê erdhejeke din çêbû.

GFZyê hêza vê erdhejê jî wekî 6,7 pileyan ragihand lê daneyên EMSCyê nîşan da ku hêza vê erhejê 7,4 pile bû.

Tê texmînkirin ku ev cudahiya di navbera her du navendan de ji ber cîhaz û rêbazên pîvînê ye.

Piştî erdhejan heta niha ti ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.

Derbarê hişyariya tsunamiyê jî ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Rayedar liv û tevgera sîsmîk a li herêmê ji nêzîk ve dişopînin.

Nîvgirava Kamçatkayê ya ku dikeve ser Xeleka Agir a Pasîfîkê gelek caran rûbirûyî erdhejên bihêz dibe.