Ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê peyama cejnê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompe bi boneya Cejna Qurbanê pîrozbahî li tevahiya mislimanên cîhanê kir.

 

Mike Pompeo bi peyameke vîdeoyî cejna mislimanên cîhanê pîroz kir û got: “Ev dema hizirkirin û duakirinê ye, dema mislimanên seranserê cîhanê li gel malbat û hevalên xwe bi hev re bi diyaneke mîhrebanî û aştiyane dicivin.”

 

Wezîrê amerîkî herwiha got: “Misliman di vê cejnê de çalakiyên xêrxwazî û herwiha qurbanan didin. Ev jî alîkarîkirina kesên xwedî pêwîstî ye. Herwiha tekezî li ser giringiya alîkarîxwaziyê di paşerojê de dike. Ev yek ji bo me hemûyan mînakeke xizmetkirinê pêşkeş dike.”

 

Pompeo diyar kir: “Ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkeşî dost, hevbeş û hevpeymanên me dikim ku li seranserê cîhanê vê cejnê pîroz dikin. Bi navê Wezareta Derve ya Amerîkayê cejna we pîroz be.”