Otobusa koçberan şewitî: 17 ji wan zarok 76 koçber mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Efxanistanê, otobuseke rêwiyan a ku koçberên ji Îranê hatibûn vegerandin vediguhastin, li kamyonekê û motosîkletekê qelibî û di encamê de 17 ji wan zarok, herî kêm 76 kes mirin
Birêvebirê Ragihandin û Çandê yê Heratê Ehmedulah Muteqî ragihand ku otobusa ber bi Kabulê ve diçû, şeva sêşemê li parêzgeha Heratê piştî ku li kamyonekê û motosîkletekê qelibî, agir pê ketiye.
Di qezayê de, ligel hemû koçberên di otobusê de, du kesên di wesayîtên din de jî mirin.
Di mehên dawî de Îranê dersînorkirina koçberên Efxan ên bêbelge ku ji ber şerê li welatê xwe direviyan, lezandibû.
Polîsê Heratê da zanîn ku qeza ji ber "leza zêde û xemsariya" şofêrê otobusê çêbûye.
Li Efxanistanê ji ber ku rê ji ber şerê bi dehsalan zerer dîtine û qanûnên trafîkê bi awayekî tund nayên bicihanîn, qezayên trafîkê gelek caran çêdibin.
Dersînorkirin koçberên Efxan
Li Îranê pêvajoya dersînorkirina biyanîyên neyasayî ku piraniya wan Efxan bûn, 2023yan dest pê kiribû.
Ev pêvajo piştî wan nûçeyan lez girtibû ku digotin hinek ji kesên bi "kiryarên terorî û sabotajê yên li ser navê Îsraîlê" tên tohmetbarkirin, Efxanên ku bi qaçaxî derbasî welêt bûne ne.
Serokê Daîreya Biyanî û Penaberan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê Nadir Yarehmedî, di daxuyaniya xwe ya 11ê Tîrmehê de da zanîn ku ji 21ê Adarê ve ku li welêt wekî destpêka sala nû tê hesibandin, zêdetirî 772 hezar koçberên Efxan ên neyasayî ji Îranê derketine.