Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 3 namzedên kurd ên wî welatî karîn derbasî parlamentoyê bibin.
Encamên hilbijartinên Palamentoya Swêdê îro hatin eşkerekirin.
Li gorî encamên hilbijartinan, sê namzedên kurd ji partiyên Sosayal Demokrat, Çep û Jîngehê karîn dengên pêwîst bidest bixin û bibin endamên parlmaentoyê.
Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 11 namzedên kurd beşdar bibûn ku 8 namzed jî bûn endamên yedek ên parlamentoyê.
Endamtiya yedek: Eger endamekî/e parlamentoyê nekare bi her awayî (nexweşî, mirin û htd…) nekare erka xwe pêk bîne wê demê endamê/a yedek li cihê wî/wê digire.
Navên namzedên kurd ên derbasî Palamentoya Swêdê bûn wiha ne:
Roza Guçlu: Namzeda Partiya Sosyal Demokat
Cebar Emîn: Namzedê Partiya Jîngehê
Amîne Kake Bawe: Namzeda Partiya Çep
Her çiqas di hilbijartinan de baskê çep ê dijbereyê serketin bidest xist lê Partiya Swêdiyên Demokrat ku partiyeke rastgir û nijadperest e 49 kursî bidest anî, ev bûyer bû sedema şokek siyasî.
Li gorî agahiyên Rûdawê, îhtimal heye yekemînên partiyên serkeftî bibin endamên kabîneya hikûmeta lewma dibe ku 2 namzedên yedek ên kurd bibin endamên palamentoyê ku bi vî awayî endamên kurd ên Parlamentoya Swêdê dibin 5.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse