Ji Rûsyayê daxuyaniya referandumê

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Kremlinê Dimtriy Peskov li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê got, em piştgiriya yekîtiya xaka dewletên herêmê dikin lê ew niha naxwazin li ser encama nasîna referandumê biryara xwe eşkere bikin.

 

Dewlata Rûsyayê cara yekemîn e ku li ser referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek fermî dide.

 

Li gor nûçeya ajansa rûsî Sputnikê di daxuyaniyek rojnamevanî de ji Berdevkê Kremlinê Dimtriy Peskov pirsa referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat pirsîn.

 

Dimtriy Peskov li ser mijara serxwebûnê got, em piştgiriya yekîtiya axa dewletên herêmê dikin".

 

Herwiha Peskov li ser nasîna encamên referandûmê wiha diyar kir ku naxwaze niha li ser wê mijara nasîn an nenasîna encamên referandûmê biaxive.

 

18ê vê mehê Şirketa Rosneftê a rûsî ragihandibû ku wan û  Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser avakirina boriya hinardekirina gaza sirûştî li hev kirin.

 

Berdevkê Şîrketa Rosneft a Rûsyayê Mikhail Leontiyev ji Rûdawê re ragihand, piştî referandumê jî ew dê li ser karkirina xwe li Herêma Kurdistanê berdewam bin û ew dê jêrxana enerjiyê li Kurdistanê ya di warê gazê de jî ava bikin.