Yekîtiya Ewropa li ser referandumê: Em piştgirî didin pêvajoya diyalogê
Navenda Nûçeyan – Nûnera Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini li ser giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê ragihand: “Eger daxwaz were kirin, em amade ne ku piştgirî bidin pêvajoya diyalogê.”
Federica Mogherini li ser giştpirsiya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de aşkere kir:
“Ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin ku di 25ê Îlona 2017an de giştpirsiya serxwebûnê were pêkanîn. Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo yekîtiya Iraqê, serweriya wê û yekparçeyiya axa wê, cardin aşkere dike.”
Federica Mogherini di daxuyaniya xwe de gotiye, ku pêngavên tenê ji aliyekî yên weke giştpirsiyê, pêngavên wisa ne ku divê mirov xwe jê dûr bixe û diyar kiriye: “Yekîtiya Ewropayê agahdar e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hin mijar hene ku divê werin çareserkirin.”
Mogherini di daxuyaniyê de herwiha aşkere kiriye: “Divê li ser van mijaran bi rêya diyalogeke aştiyane û erênî were axaftin ku her du alî li hev bikin û çareseriyeke ku hukmên Destûra Iraqê cîbicî bike were pêkanîn.
Yekîtiya Ewropayê bi kêfxweşî pêşwaziya pêngava hêsankirina diyalogê ya Neteweyên Yekbûyî dike û eger daxwaz were kirin, radigihîne ku amade ye piştgirî bide pêvajoyê.”