Çavuşoglu bo Rûdawê: Komîteya destûra Sûriyê tê pêkanîn

New York (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji Rûdawê re ragihand, di demeke nêzîk de komîteya amadekirina destûra Sûriyê tê pêkanîn.

Mevlut Çavuşoglu li baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê ji Rûdawê re diyar kir, di pêşerojeke nêzîk de komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê tê pêkanîn û dest bi nivîsandina destûra nû ya Sûriyê tê kirin.

Ev daxuyaniyên Çavuşoglu di demekê de ne ku nivîsandina destûra nû ya Sûriyê, derbasî qonaxeke nû bûye. Rûsya û Tirkiye û Netewên Yekbûyî bi awayekî destpêkî li ser navên endaman rêkevtin û di demeke nêzîk de komîte tê avakirin.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî di çarçoveya opozîsyona Sûriyê de ji beşdarên wê komîteyê ye. ENKS hewl dide bi rêya Desteya Danûstandinkar a Opozîsyona Sûriyê mafê Kurdan di destûrê de garantî bike.

ENKS bi du kesan li ser pişka opozisyonê û bi du şêwirmendan di komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de beşdar dibe, lê ew dibêjin bi çar kesan mafê netewî nayê bidestxistin lewma pêwîst e, di yasayên ser destûrê re, mafê kurdan bê sepandin.

Mafnasekî ENKSê, Ridwan Sîdo jî ji Rûdawê re got, bi beşdariya tenê çend endamên ENKSê, ew di bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bisernakevin û tekez dike, ku “divê weke netew”, mafên netewî yên Kurd di destûrê de bêne garantîkirin.

Ridwan Sîdo ragihand: “Divê destûrek niştimanî û zelel be, jiber eger ne zelal be û ji aliyê kesên bihêz ve were şîrovekirin, hejmar ne girîng e, du endamên hene, du şêwirmend jî hene lê bi vê em bisernakevin, divê mafê netewî yê kurd di ser destûrê re be.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd derbarê hewlên amadekirina destûra nû ya Sûriyê de ji Rûdawê re dibêje, tiştekî nû di derbarê destûrî de nîne û hêj gelek nakokî di navbera aliyan de hene.

Bedran Çiya Kurd got: “Derbarê destûrê de, tiştekî nû tune ye , gotûbêjin berê ne, heya ku hêzên mezin li hev nekin, ne mijara destûra Sûriyê ne çareseriya siyasî çê dibe, heya niha gelek nakokî hene.”

Komîteya destûrê di qonaxa yekem de ji 1‪5‪0‪ kesan pêk tê, 50 kes ser bi hikûmeta Sûriyê ve ne û 50 kes jî ji endamên opozisyonê ne, herwiha 50 kes ji kesayetên serbixwe ku di riya Netewên Yekbûyî re navê wan tê pêşkêşkirin, di wê komîteyê de beşdar dibin.

Piştre hejmara endamên komîteyê ji her sê aliyan ve bo 50 kesan tê kêmkirin û dê ew 50 kes destûra nû amade bikin û binivîsin.