Çend Kurd di hilbijartinên Nordrhein-Westfalenê de bi ser ketin

Dusseldorf (Rûdaw) - Li herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê, di hilbijartinên xwecihî û encumenên entegrasyonê de hinek namzedên Kurd serkeftinên girîng bi dest xistin.

Siyasetmedarên Kurd ên ku di nav partiyên Alman de çalak in, dibêjin armanca wan ew e ku bibin dengê civaka Kurd û navê Kurdan bi pêş bixin, her wiha banga ciwanên din dikin ku beşdarî siyasetê bibin.

Li herêma Nordrhein-Westfalenê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Gelek Kurd namzed bûn û hinek ji wan bi ser ketin, hinek jî man ji bo gera duyem a ku dê 28ê vê mehê were kirin.

Bêrîvan Aymaza namzeda serokatiya şaredariya mezin a Kolnê, yek ji namzedên herî naskirî ye ku di gera yekem de herî zêde deng bi dest xist û dê dawiya vê mehê careke din biçe pêşberî sindoqan.

"Eger em deng nedin, partiyên nijadperest dê bihêz bibin"

Yek ji kesên serketî Yasîn Kut e ku nêzîkî 30 sal in di civak û siyaseta Almanyayê de çalak e.

Ew ji sala 2023yan ve endamê Birêvebiriya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a bajarê Ludenscheidê ye.

Yasîn Kut di hilbijartinên xwecihî de nêzîkî ji sedî 32 ji dengan bi dest xist û li bajarê xwe bû yekem.

Yasîn Kut got, "Sedema wê serkeftinê ev e, yekem divê tu bi xwe çalak bî. Her wiha divê tu nîşan bidî ku tu li vir dijî û tiştên ku li vir diqewimin bi te ve girêdayî ne.

Em wekî mirov li vir dijîn û xwedî wî mafî ne ku em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Eger em deng bidin, em dikarin bihêztir bibin û eger em neçin û deng nedin, wê demê partiyên nijadperest dê sedî sed wek niha bihêz bibin."

 

"Ez dixwazim Kurdan bi pêş bixim"

Endama Parlamentoya Herêma Ruhrê Peyman Hesen xelka Rojavayê Kurdistanê ye û ji 6 saliya xwe ve li Almanyayê dijî.

Berî 2 sal û nîvan, wê navendeke perwerdehiyê li bajarê Herne vekir û di heman demê de bû endama Partiya Sosyal Demokrat.

Partiya wê di hilbijartinan de 29 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û bû partiya yekem.

Endama SPDyê Peyman Hesenê got, "Ji wan 29 kursiyên ku me bi dest xistin, yek ji wan kesên serketî Kurd bû. Ez jî ciwanek im. Eger ez behsa xwe bikim, ez gelekî bi Kurdbûna xwe ve girêdayî me û dixwazim Kurdan bi pêş bixim, dixwazim navê Kurdan bi pêş bixim.

Dixwazim ji siyasetvanên Almanyayê re bêjim û wan agahdar bikim ku gelek Kurd hene ku dixwazin kar bikin û hem gelê xwe hem jî gelê Alman bi pêş bixin."

Peymana 30 salî, dixwaze bangî nifşê nû yê Kurdên diyasporayê bike ku ew jî bikevin nav partiyên Almanî û guhertinan çêbikin.

Peyman Hesenê her wiha got, “Her kesê ku li vir kar bike, jêhatî be û bixwaze dengê xwe bigihîne, Alman gelekî piştgiriya wan dikin.

 Ango dema ku Alman dibînin mirovek gelekî kar dike û xwe diwestîne, gelekî pê kêfxweş dibin û piştgiriyê didin wî.

Eger ciwanên Kurd ên zêdetir werin vî warî, ez ê gelekî kêfxweş bibim. Em dikarin gelek tiştan ji bo Kurdan bikin û navê Kurdan jî bi awayekî xweşik û bi şêwazekê derxînin pêş ku wek gelekî jêhatî û xwedî şiyan bê naskirin."

Encamên hilbijartinên xwecihî û encumenên entegrasyonê nîşan didin ku beşdariya Kurdan di siyaseta Almanyayê de zêde dibe.

Serkeftina berbiçav a wan berendamên Kurd ên ku di nav partiyên Almanî de çalak in, dikare di 5 salên pêş de bandorê li ser civak û siyaseta Almanyayê bike.