2 Kurd li Norwecê bûn parlamenter: Projeyên wan ji çi ne?

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Norwecê rojên borî hilbijartina parlamentoyê hate kirin. Heşt Kurd berendam bûn û du ji wan, ku berê jî parlamenter bûn, bi ser ketin.

Manî Huseynî parlamenterekî çalak û naskirî ye û gelekî kar ji bo Kurdan li Norwecê kiriye.

Endamê Parlamentoya Norwecê Manî Huseynî bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û behsa plan û armancên xwe yên ji bo xizmetkirina Norwecê û kûrkirina têkiliyên di navbera Norwec û Kurdistanê de kir.

Manî Huseynî diyar kir ku yek ji armancên wî yên sereke, xurtkirina têkiliyên di navbera Norwec û Kurdistanê de ye.

"Ez dixwazim têkiliyên me bihêztir bikim"

Wî bi şanazî behsa serdana xwe ya Hewlêrê kir ku tê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîbû û got, "Ez dixwazim di van çar salan de têkiliyên me bihêztir bikim."

Manî Huseynî  derbarê pirsekê li ser tiştên ku wek Kurdekî di parlamentoyê de dixwaze bike, da zanîn ku ew wek du Kurdên endamên parlamentoyê ku her du jî ser bi Partiya Sosyal Demokrat in, hewl didin wek "pirekê" kar bikin ji bo ku Norweciyan zêdetir bi Kurdistanê bidin nasîn.

Wî behs kir ku nêzîkî sê hezar Kurd li Norwecê dijîn ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatine û gelek siyasetmedarên Norwecî dixwazin zêdetir derbarê Kurdistanê de bizanibin.

Hevkariya aborî û demokratîk

Manî Huseynî tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên aborî kir, xasma di warê enerjiyê de.

Norwec welatekî dewlemend bi neft, gaz û enerjiya elektrîkê ye.

Ew di wê baweriyê de ye ku Kurdistan dikare ji tecrubeya Norwecê di vî warî de sûdê werbigire.

Wî derbarê vê yekê got, "Ez dixwazim têkiliyên me yên bi Kurdistan û Norwecê re di warê enerjiyê de bihêztir bikim.

Norwec di vî warî de xwedî şarezayiyeke mezin e û em dikarin wê şarezayiyê hinardeyî Kurdistanê bikin."

Manî Huseynî her wiha behs kir ku Norwêc zêdetirî sed sal e welatekî demokratîk e û xwedî tecrubeyeke baş e, di demekê de ku demokrasî li Rojhilata Navîn kêm e.

Ew di wê baweriyê de ye ku Kurdistan dikare ji tecrubeya demokrasiya Norwecê jî sûd werbigire û ew amade ne alîkariyê bikin.

Wî got, "Norwec welatekî dewlemend e û xwedî demokrasiyeke kûr e. Em amade ne ji bo alîkariya Kurdistanê di pêşxistina demokrasiyê de."

"Ez şanaziyê pê dikim ku ez Kurd im"

Manî Huseynî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola xwe wek Kurdekî di parlamentoya Norwecê de û armanca xwe ya ji bo alîkariya civaka Kurdî li Norwecê.

Ew dixwaze zarokên penaberan û civaka Kurdan han bide da ku bibin siyasetmedar, parêzer, bijîşk û di warên cuda de serketî bin.

Manî got, "Ez dixwazim alîkariya zarokên penaberan bikim da ku li Norwecê bibin kesayetiyên serketî û bibin beşek ji proseya siyasî û civakî.

Manî axaftina xwe wiha qedand, “Lê ya ji van hemûyan girîngtir, wek siyasetmedarekî ez dixwazim bêjim, ez şanaziyê pê dikim ku ez Kurd im.”