Almanya êdî mafê mana rasterast nade Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê
Dusseldorf (Rûdaw) - Dadgeha Îdarî ya bajarê Kolnê yê Almanyayê biryareke girîng da ku dê bandorê li ser penaxwazên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike.
Li gorî biryarê, ji ber guherîna rewşa li Sûriyeyê, êdî penaxwaz dê bi awayekî otomatîk mafê mana li welêt wernegirin.
Ev biryar rê li ber hikûmeta Almanyayê vedike ku dozên penaberan zûtir red bike.
Doza ku bû sedema biryarê
Biryar piştî nirxandina doza penaxwazekî Kurd ê xelkê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê hat dayîn ku sala 2023yan xwe gihandibû Almanyayê.
Wê demê, doza penaberiya wî li ser bingeha wê yekê bû ku ji aliyê rejîma Esed ve gef li ser jiyana wî hebû.
"Rewşa Sûriyeyê guheriye"
Lê belê, dadgehê di biryara xwe de da zanîn ku niha rewşa li Sûriyeyê guheriye û ne hikûmeta li Şamê û ne jî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê gefê li jiyana wî penaxwazî û kesên din ên ji Sûriyeyê nakin.
Ji ber vê yekê, dadgehê biryar daye ku ji niha û pê ve, her kesê ku ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biçe dê bi awayekî otomatîk mafê mana li welêt an parastinê wernegire.
Bandora li ser penaxwazên din
Penaxwazê Kurd diyar kir ku wî berî rûxana rejîma Esed daxwaza mafê penaberiyê kiribû lê heta meha Nîsana îsal bersiveke erênî wernegirtibû û daxwaza wî hatibû redkirin.
Ev biryara dadgehê derî li ber hikûmeta Almanyayê vedike da ku bi awayekî hêsantir û bileztir biryara redkirinê li ser dozên koçberên ji Sûriyw û Rojavayê Kurdistanê bide.