Îtalyayê vê hefteyê 89 penaber wergirtin
Dusseldorf (Rûdaw) - Her çend Îtalya bi wê yekê tê naskirin ku siyaseteke tund li hemberî koçber û penaberan dimeşîne lê dîsa jî her çend kêm be hinek penaberan werdigire.
Vê hefteyê 89 koçber ji Tirkiye û Pakistanê bi rêzdarî, bi firokeyê û bi awayekî yasayî gihîştin Îtalyayê.
Koçber di çarçoveya bernameyeke penaberan a Neteweyên Yekbûyî de ji Îtalyayê re hatine şandin û piraniya wan Efxanistanî bûn.
Bi rêya wê bernameyê di deh salên borî de, nêzîkî 3 hezar koçber ji Îtalyayê re hatine şandin ku di nav wan de xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî hebûn.