Kanada – Lîberal li hember konservatîvan bi ser ketin

20-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên giştî yên Kanadayê de Partiya Lîberal piraniya dengan bidest xist û li hember hevrikên xwe bi ser ket.

Piştî 77 roj xebat û propagandeyên hilbijartinan, duh gelên Kanadayê çûn ser sindoqên dengdanê û endamên nû yên parlamentoyê hilbijartin.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinan, Partiya Lîberal bi serokatiya Justîn Trudeau li hember Partiya Konservatîv bi serokatiya Serokwezîr Stephen Harper bi ser ket.

Partiya Lîberal karî ji 338 kursiyan 189 kursiyên parlamentoyê (%40.9) bi dest bîne û şiyana pêkanîna hikûmetê bi tena serê xwe bi dest bixe.

Partiya Konservatîv jî bi 103 kursiyan bû partiya serekî ya opozîsyonê.

Justîn Trudaeau, ku kurê serokwezîr berê yê Kanadayê Peter Trudaeu ye, di hilbijartinan de silogana bi navê “Real Change” (Guhertina rastîn) bikar anîbû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst