Trump: Kurd li navçeyên nû tên bicihkirin!

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê, Donald Trump ragihand, Wezîrê Berevaniya wî welatî Mark Esper dibêje, agribest gelek bi başî berdewam e û tekez kir, Kurd dê li deverên nû bêne bicihkirin.

Donald Trump di twîttekê nû de dibêje, hin şer û pevçûnên kêm hebûn ku bilez dawî li wan hatiye.

Trump herwiha dibêje, me petrol garantî kiriye, herwiha me leşkerên xwe vegerandin mal.

Serokê Amerîkayê tekez dike, ku leşkerîn wî welatî li navçeyê şer an jî navçeya agirbestê nînin.

Trump amaje bi bicihkirina kurdan li navçeyên nû dike, lê mebesta wî bi zelalî nayê zanîn, ka mebesta wî welatiyên sivîl ên Kurd e yan jî mebesta wî hêzên serbazî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

Daxuyaniya nû ya Trump derbarê Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku li gor hin zanyariyên nû, hêzên HSDê îro Yekşemê dest bi vekişîna ji bajarê Serê Kaniyê kirine.

Ajansa Asociated Press ji zarê Berpirsê Pêwnediyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêdûr Xelîl ve ragihandiye, bi hevahengiya li gel Amerîkayê, ji roja bihorî ve paşde vekişîna hêzên Kurd ji Serê Kaniyê dest pê kiriye û tekez kiriye, eger pirsgirêkeke an derngketinek çênebe, dê hêzên Kurd roja Yekşemê Serê Kaniyê vala bikin.

Roja înê Amerîka û Tirkiyê derbarê ragihandina agirbesteke demkî li Rojavayê Kurdistanê de rêkeftinek kirin, ku ji saet 22:00 şeva înê dest pê kiriye û heta şeva Sêşemiya vê heftiyê berdewam dibe.

Li gor vê rêkeftinê, hêzên Kurd dê ji ser sînorê heta kûrahiya 32 kîlometran vekişin û hêzên Tirkiyê li wan navçeyan bîne bicihkirin.

Tirkiye dibêje, dê piştî bicihkirina hêzên xwe, zêdetir ji 2 milyon koçberên Sûrî yên Ereb li wan navçeyên Kurdî bicih bike. Bi wê yekê demografiya herêmê bi temamî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî pêkhateya Kurd tê guhertin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Krudistanê dibêjin, ev agirbest tenê ji bo navçeyên di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê de ye.

Lê belê Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ji wê zêdetir dixwaze û bi zelalî ragihandiye, navçeya ku Tirkiye dixwaze, divê 444 kîlometran dirêj û bi kûahiya 32 kîlometran be, ku bi wê yekê piraniya ax û bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikevne jêr kontrola Tirkiyê.