Donald Trump: Ez ne şah im
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî xwenîşandanên bi navê “Ji Şahan re na” (No to Kings) tohmetên otorîterîzmê red kirin û got ku ew ji bo xizmeta welêt dixebite.
Trump dema vedigeriya Washingtonê ji rojnamegeran re got, "Ez ne şah im. Ez ji bo ku welatê me mezin bikim gelekî dixebitim. Hemû mesele ev e, ez qet ne şah im."
“Ew nûnertiya vî welatî nakin”
Wî xwenîşandan wekî "henekek"ê bi nav kirin û got kir ku ew ji aliyê xêrxwazê milyarder George Soros û "dînên din ên çepgir ên radîkal" ve hatine fînansekirin û got:
"Min li mirovan nêrî, ew nûnertiya vî welatî nakin. Xwenîşandan gelekî biçûk, gelekî bêbandor bûn û mirov ji hişê xwe çûbûn."
Roja şemiyê li 50 eyaletên Amerîkayê bi milyonan kes bi dirûşma “Ji Şahan re na” (No to Kings) li dijî birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump daketin kolanan.
Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Amerîkayê (ACLU) a ku yek ji organîzatoran bû ragihand ku 7 milyon kes beşdarî zêdetirî 2,500 mîtîngên "Ji şahan re na" bûne ku li hemû 50 eyaletan hatin organîzekirin.
Trump bi xwe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê vîdeoyeke balkêş parve kiribû.
Di vîdeoya ku bi hişê çêkirî hatiye amadekirin de Trumpê pîlot taceke şahan daye serê xwe û ji balafireke şer pîsiyê diavêje ser xwenîşanderan.
#VÎDEO - ❝Trump pîsî avêt ser xwenîşanderan❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 19, 2025
Li 50 eyaletên Amerîkayê bi milyonan kes bi dirûşma ❝Ji Şahan re na❞ li dijî birêvebiriya Donald Trump daketin kolanan
Serokê Amerîkayê Donald Trump vîdeoyeke balkêş belav kir
📺 Di vîdeoya ku bi hişê çêkirî hatiye amadekirin de… pic.twitter.com/mj8Xhm7JZS