Li Hong Kongê balafireke kargoyê ji pîstê derket, 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ya Çînê balafireke kargoyê ji pîstê derket.

Di balafira ku ber bi deryayê ve çû de miretebat bêyî ku birîndar bibin hatin rizgarkirin lê 2 xebatkarên balafirgehê mirin.

Qeza bi dema herêmî serê sibehê saet 03:53yan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hong Kongê qewimî.

Balafira bi hejmara geşta EK9788 a aîdê şirketeke Tirkiyeyê ku ji Dubaiyê rabûbû û li ser navê Kompanyaya Emiratesê geşt dikir, di dema daketinê de ji kontrolê derket.

Balafir li wesayîteke xizmetên erdê ya nêzîkî pîstê qelibî, pişt re ber bi deryayê ve çû.

Hat ragihandin ku di qezayê de 2 personelên di wesayîta xizmetên erdê de mirine û 4 miretebatên di balafirê de jî hatine rizgarkirin û li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Hat diyarkirin ku ji ber qezayê pîsta bakur a Balafirgeha Navneteweyî ya Hong Kongê bi awayekî demkî ji trafîka hewayî re hatiye girtin.