WHO: Li cîhanê 840 milyon jin rastî tundiyê hatine
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) rapora xwe ya berfireh a li ser tundiya li dijî jinan belav kir û li gorî raporê nêzîkî 840 milyon jinan rastî tundiya hevjîn an jî tundiya zayendî hatine.
Rêxistinê tekez kir ku civakeke ku nîvê nifûsa wê di nav tirsê de dijî, ew wekî “civakeke dadmend, ewle an saxlem" nayê hesibandin.
Birêvebirê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tundiya li hemberî jinan "yek ji bêedaletiyên herî kevn û herî belav ên mirovahiyê ye."
840 milyon jin rastî tundiyê hatine
Li gorî daneyên raporê, li cîhanê nêzîkî 840 milyon jin ango ji her sê jinan yek di jiyana xwe de rastî tundiya hevjîn an jî tundiya zayendî hatine.
Sala 2024an, ji sedî 11ê jinên 15 salî û mezintir (nêzîkî 316 milyon jin) rastî tundiya fîzîkî an zayendî ya hevjînên xwe hatine.
Tundiya hevjînan 20 salên dawî salane tenê ji sedî 0,2 kêm bûye.
Tundiya kesên ne hevjîn
Rapor amarên tundiya zayendî ya kesên ne hevjîn an jî partner jî eşkere dike.
Li gorî raporê, 263 milyon jin ji 15 saliya xwe ve rastî tundiya zayendî ya kesên ne hevjîn hatine.
WHOyê destnîşan kir ku ji ber şerm û tirsê gelek bûyer ji aliyên fermî re nayên ragihandin.
Budce kêm bûye
Tedros Adhanom Ghebreyesus bal kişandin ser kêmkirina budceyên ji bo bernameyên pêşîlêgirtina tundiya li hemberî jinan.
Sala 2022yan tenê ji sedî 0,2yê alîkariyên bipêşketinê yên cîhanî ji bo vî warî hatine terxankirin.
Keçên ciwan û metirsiyên zêde
Îsal jî ji sedî 16ê keçên di navbera 15-19 salî de (12,5 milyon) rastî tundiya hevjînan hatine.
Hat diyarkirin ku krîza avhewayê, şer û xizanî metirsiya tundiyê ya li ser jin û keçan zêde dike.
Seroka Yekeya Maf û Wekheviyê ya WHOyê Avnî Amîn got ku bandorên guherîna avhewayê yên wekî lehî û xelayê metirsiyê mezin dikin.
Cudahiyên herêmî
Li gorî raporê rêjeyên tundiyê li gorî herêman diguherin:
Okyanusya (ji bilî Awistralya û Zelanda Nû): Ji sedî 38
Asyaya Başûr: Ji sedî 19
Afrîka: Ji sedî 14-17
Ewropa û Amerîkaya Bakur: Ji sedî 5
Amerîkaya Latîn û Karayîp: Ji sedî 7