Bi nêzîkbûna sersalê re Meydana Sor tê xemilandin
Moskow (Rûdaw) – Sersal hêj ne hatiye, lê yekemîn û mezintirîn Bazara Noele ya li Meydana Sor a Moskowê pir qerebalix e. Ber bi êvarê, bi vêketina lambeyên rengareng geştiyar û şêniyên bajêr diherikin vê derê.
Bazara Nolê bi şêwaza bazareke Rûsî ya kevneşopî hatiye çêkirin. Dikanên diyarî û pêlîstokên rengareng ên Noelê pê re nagihêjin ku xizmeta her mişteriyê bikin.
Hemû dikan, ji kiriyaran re diyariyên rûsî yên mîna matryoşka, samovar, berhemên destkarî û kinc û bergên rûsî yên neteweyî pêşkêş dikin.
Şêniya Moskowê Olga Samoylova ji Rûdawê re wiha got: “Dema qerebalix be gelek keyfa min tê, gelek mirov hene. L derdorê ronahîyeke rengareng hene,vê kofiyê jî, bi rastî dilê min xwest ku ez biceribînim. Di jiyana xwe de cara yekemîn e ku ez kofiyê datînim sere xwe. Ez dibêjim, qey êdî dive bi kofiyê biçim ser kar."
Her sal bi boneyê cejna Serê Salê û Noelê li çend meydanên Moskowê Bazarên neteweyî têne vekirin. Ji kirîn û firotinê zêdetir, ew ji bo kêfxweşiya gel e. Dengê muzîka neteweyî ji sibê ta derengiya êvarê ji bazarê kêm nabe.
Şêniya Moskowê Tatyana Mixaylova jî got: “Îsal Bazarek pir xweşik, rengareng û ronîdar e. Lambeyên rengîn pir xweşikin. Me jî xwest ku em werin li vê derê bigerin û beriya Serê Salê kêfa xwe xweştir bikin."
Welatiya bi navê Anjelîka Sîdorova jî wiha hestên xwe anî ziman: “Me gelek wêneyên xwe yên xweşik girtin. Hestên pir nûwaze tije dilê me bûn. Û bi rastî kêfa me pir zêde bû."
Bazara Noelê bi taybetî ciyê herî hezkirî ya zarokan e. Lewma jî, giringiyeke taybet ji bo kêfxweşiya zarokan hatiye dayîn. Bê guman, siwarbûna li Çerxê Felekê xeyala her zarokê ye.
Şêniyê Moskowê Pavel Astaxov jî wiha got: “Armanca me ew bû ku kêfa keça me bilind bibe. Em hatin bê Bazarê, ku vê ciwaniyê bibînin. Em li Çerxê Felekê jî siwar bûn. Her weha, me bajêr nîşanî keça xw kir. Ji ber ku navenda Moskow pir ciwan e"
Weke her bazarekî, Bazara Noelê jî bê xwarin û vexwarinên germ nabe. Bi taybetî jî di werza zivistanê de. Va ye samovara neheng a Rûsî li navenda Meydana Sor dikele.
Blinên Rûsî jî rasterast li ser agir têne patin. Yên ku tama blînên Rûsî dizanin, li ber dikanê ketine rêzê.
Geştiyar Nataliya Ivanova jî got: “Patina Blînê pir bi xweşa me hat. Bi şêwaza Rûsî - Blîn bi hewyarê ve gelek bi çêj bû. Pir balkêş e ku blîn di nava tewayeke mezin de û li ser agireke zindî tê çêkirin."
Bazara Noele, an jî Bazara Rûsî heta dawiya meha Sibatê li Meydana Sor dê pêşwaziya mêvanan bike. Û di wê heyamê de ji bo bi sedan hezar kesan, ewê bibe cihê herî zêde ziyaretkirî.