Civaka Amerîkayê bertek nîşanî biryara Trump da

20-12-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyeyê di medyaya Amerîkayê û di navbera siyasetmedaran da bû mijara niqaşê.

 

Televîzyona CNNê bi awayekî berfireh behsa biryara Trump kir û dibêje dema Serokê Amerîkayê Donald Trump ev biryar daye û guh nedaye fikrên şewirmendên ewlehiya neteweyî û leşkerên pispor.


Rojnameya New York Timesê ragihand ku 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û vekişîna ji wir dê bibe sedem ku Rûsya û Îran li herêmê xurt bibin.


Wall Street Journalê jî got Tirkiye dixwaze li Sûriyê operasyonê bike, piştî vê biryara Trump rewşa hêzên Kurdî yên hevkarê Amerîkayê li Sûriyeyê dê bikeve jêr metirsiyê.


Rojnameya Washington Postê jî di nûçeya xwe de çavkaniyên leşkerî wek çavkanî nîşan da û got Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê Jîm Mattîsê pêşniyar kiriye qet nebe yekîneyeke biçûk bila li Sûriyeyê bimîne, lê Trump guh nedaye vê pêşniyaza wî.


Siyasetmedar bertek nîşan didin


Hin siyasetmedaran jî bertek nîşanî biryara Trump dan û gotin ev biryareke şaş e, lê yên ji vê biryarê kêfxweş in jî hene.


Senator Lîndsey Grahamê yek ji wan kesane ku piştgiriyeke xurt dide Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ji Sûriyeyê vekişîn ji bo Amerîkayê û cîhanê dê encamên pir xirab derxe holê û wiha dewam kir: "Vekişîna Amerîkayê ji bo DAIŞ, Îran, rejima Beşar Esed û Rûsyayê dê bibe derfeteke mezin."


Senatorê Colaradoyê Cory Gardner jî dîsa li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got divê Trump bilez ji vê biryarê vegere û kongreyê bişêwire.


Senatorê Komarparêz Marco Rubîo jî daxuyanî da medyayê û got biryar mirovan mat dihêle û di salên bê de dê bandorên girîng çêbibin.


Senatorê Kentuckyê Rand Paul got ew ji ber vê biryara Trump kêfxweş e.


Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Ted Lui jî kêfxweşiya xwe ya der barê biryara Trump de anî ziman.


Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû: "Di heyama Serokatiya min de tekane sedema hebûna me ya li Sûriyê DAI bû û me ew têk bir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst