Fransa nêzîkî nîv milyon dolar bo Şingalê terxan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê bi rêya Bernameya Rûniştinên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) 425 hezar 882 Euro ji koçberên Şingal û Baec re terxan dike.

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de diyar kir ku hikûmeta Fransayê 425 hezar 882 Euro (nêzîkî 479 hezar dolar) ji bo koçberên di demên dawî de vegeriyane malên xwe yên li herêmên Şengal û Baec terxan dike taku mal û jiyana xwe ji nû ve ava bikin

Ev yek di demekê de ye ku ziyanên mezin bi binesazî û mal û milkên welatiyan bûye û ev alîkarî piştgiriyeke daku koçber û penaber vegerin ser warê xwe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ev proje bi mebesta baştirkirina rewşa maf û jiyanê bi awayekî guncaw e, û ev veqetandina Fransa alîkariyê digihîne nêzîkî 27 hezar kesan, bi rêya pêşkêşkirina alîkariya qanûnî bo 200 malbatan û nûkirina du dibistanan.

Balyozê Fransayê yê li Bexdayê Eric Chevallier got ku “Fransa serbilind e ku piştgiriyê dide vê projeya UN-Habitat ku navenda wê li ser karûbarên bingehîn ên wekî xanî û perwerdeyê ye. Ji bo vegerandina awareyan, bi taybetî li Şengal û Bajê, sererastkirina binesaziyê şertek bingehîn e. Em li kêleka gelê Iraqê ne û em ê di nûavakirina navçeyên ji destê DAIŞê de hatine rizgarkirin li kêleka gelê Iraqê bin.”