Yûsif Kanebî hem şerê Talasîmiyayê kir hem jî bû karmendekî girîng ê Almanyayê

Berlîn (Rûdaw) - Yûsif Kanebî ji ber Talasîmiyayê ji Hewlêrê bar kir û niha li Berlîna paytexta Almanyayê karmendekî giring e.

Dema hûn li Berlîna paytexta Almanyayê li xwarinê bigerin, Google li gorî lêgerînên we yên berê cihên cuda pêşniyar dike.

Lê eger hûn hinekî din lê bigerin, hûn dê rastî xwarinxaneya "Erbîl"ê werin ku xwediyê wê malbateke Kurd e.

Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê vê hefteyê bû mêvana malbata Kanebiyan a Hewlêrî ku li Berlînê xwediyê xwarinxane û gelek karsaziyên din in.

"Çîroka kincên qirêj"

Hêmin Kanebî ku 25 sal berê gihiştiye Almanyayê, li taxa Zanyarî ya Hewlêrê ji dayik bûye.

Hêmin Kanebî behsa bîranîneke xwe ya destpêkê kir û got, dema ew çûye mala xizmên xwe, kincên wî ew qasî qirêj bûne ku xwediyê malê jê xwestiye wan biguherîne.

Hêmin Kanebî wiha behsa wê demê kir:

"Dema hatim, hemû serwet û samana min ew kincên qirêj bûn. Lê 25 sal şûnde Hêmin Kanebî bûye karsazekî serkeftî û naskirî yê Berlînê û hejmarek berberxane û xwarinxaneyên wî hene.”

Karsazê Kurd diyar kir ku wî westiyaneke zêde dîtiye û 8 salan li benda wergirtina mafê manê maye, lewma di gihîştina xewnên xwe de hinekî bi paş ketiye.

Zavayê Ozbekan û têkoşîna bi nexweşiyê re

Birayê Hêmin, Yûsif Kanebî jî bi piştgiriya birayê xwe ji bo dermankirinê çûye Almanyayê.

Nexweşiya Talasîmiyayê bi Yûsif re heye û her çend heftiyan carekê pêdiviya wî bi xwînê heye.

Lê belê ev yek nebûye asteng ku Yûsif bêhêvî bibe. Wî li Almanyayê xwendiye û ew niha li Daîreya Welatiyan a Berlînê karmendekî girîng e.

Rexneya li Kurdên diyasporayê

Yûsif Kanebî rexne li Kurdên diyasporayê girt û got:

"Kurdên diyasporayê ji bo wergirtina mafê manê hewl didin lê piştî wê kêm caran hewla bidestxistina bawernameyên bilind û xwepêşxistina di civaka nû de didin."

Bûka Ozbek a Kurdan

Hevjîna Yûsif, Sedaqet xelka Ozbekistanê ye lê fêrî Kurdî bûye.

Sedaqetê diyar kir ku ew zêde ji zaravayên din fêm nake û got, "Ji ber ku ez ji xesûya xwe fêr bûme, ez tenê ji Hewlêriyan fêm dikim."

Bûka Ozbek pesnê hevjînê xwe da ku pir bi rêz e û zû hêrs nabe, lê giliyekî wê ji mişteriyên Kurd hebû.

Sedaqetê got, "Gelek ji wan daxwaza xwarineke zêde dikin û piştre naxwin."