Wezîra Berevaniya Fransa: Amerîka giringiya parastina Kurdan dizane

21-01-2019
RÛDAW
Nîşan Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly Amerîka Kurd Sûriye Vekişandina hêzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Berevaniya Fransa, Florence Parly ragihand, rast e ku Amerîkayê biryar daye hêzên xwe yên serbazî ji Sûriyê vekişîne, lê belê giringiya parastina Kurdan jî dizane.

 

Florence Parly got, ew mijar di derbarê pêwîstiya parastina Kurdan de hesab jê re hatiye kirin.

 

Wezîra Berevaniya Fransa dibêje: “Kurd baştirîn hevbeşên hevpeymanan bûn, ku mebesta wê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ye, ku Amerîkayê serokatiya wê hevpeymaniyê dikir.”

 

Roja 19ê Kanûna 2019, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê eşkere kir, lê belê Fransayê biryar daye ku îsal jî li Sûriyê bimîne.

 

Li navxweyê Amerîkayê û li derve jî rexne li Amerîkayê tê girtin, ku Kurd li Sûriyê di demeke pirs hestyar de bi tenê tên hîştin, lê belê Donald Trump û berpirsên din ên rêveberiya wî tekezî li ser wê yekê dikin, ku tevî vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ew dê Kurdan jî biparêzin.

 

Li gor zanyariyan, derdora 2000 serbaz û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê û herwiha nêzî 200 serbazên Fransayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst