Serok Barzanî û Papa Leo li Vatîkanê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Vatîkanê bi Papa Leo 14emîn re civiya û di hevdîtinê de tekezî li ser aştî û aramiya cîhanî hat kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro li Vatîkanê ji aliyê Papa Leo XIVemîn ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Papa Leo bi germî bixêrhatina Serok Barzanî kir.
#WÊNE – Civîna Serok Mesûd Barzanî û Papa Leoyê XIV.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2026
📸Baregeha Barzanî pic.twitter.com/qu5XZbSw0R
Her du aliyan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî zimên û ew wekî derfetek ji bo bihevguhertina bîr û ramanan a li ser mijarên girîng ên herêmê û cîhanê nirxand.
“Dawîanîna li êşan”
Di civînê de her wiha her du aliyan hêvî kir ku "aştî û aramî" li cîhanê serdest bibe û dawî li êş û azarên gelan were anîn."
Piştî civînê, Papa Leo XIVêmîn û Serok Mesûd Barzanî diyarî pêşkêşî hevdû kirin.