Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Libananê li Davosê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam tekez kir ku divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya diyalogê werin çareserkirin û rêz li mafên Kurdan û hemû pêkhateyan were girtin.

Îro di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam re civiyan.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de guherîn û bipêşketinên dawî yên li Îraq û herêmê hatin nirxandin.

Mijara sereke ya civînê taybet bi rewşa Sûriyeyê bû.

Her du serkirdeyan tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û bidawîanîna şer û pevçûnên leşkerî kir.

“Rêzgirtina li mafên Kurdan”

Mesrûr Barzanî û Newaf Selam hemfikir bûn ku "Divê pirsgirêk bi rêya guftûgo û diyalogê û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan werin çareserkirin."