Balyozxaneya Amerîkayê peyama Trump parve kir: Îran nikare ewlehiyê têk bide
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê peyama Trump a li ser Îranê parve kir û ragihand, “Îran nikare ewlehiya Rojhilata Navîn têk bide.”
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Serok Trump bi awayekî gelekî zelal dubare kir ku rejîma Îranê nikare têkbirina ewlehiya temamiya herêmê bidomîne."
Peyama Îranê ya li Koşka Spî
Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja înê di civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî de pirsa Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê Îranê jî bersivand.
Serokê Amerîkayê birêvebiriya Îranê û gelê Îranê ji hev cuda kir û got:
Ji bo wan a herî baş ew e ku peymaneke dadmend bikin. Gelê Îranê ji serkirdeyên Îranê gelekî cuda ye. Rewşa gel cihê dilgiraniyê ye."
Trump îdia kir ku xelkê Îranê "di dojehê de dijî" û got ku berpirsên Îranî beriya du hefteyan plan dikir ku 837 kesan îdam bikin.
Her wiha Trump îdia kir ku rayedarên Îranî plan dikirin hinek kesan bi vîncan daleqînin û diyar kir ku wî di vê mijarê de peyameke tund ji Tehranê re şandiye.
"Eger hûn yek kesî jî îdam bikin..."
Trump got, "Min peyam ji wan re şand ku eger hûn yek kesî, heta tenê yek kesî jî îdam bikin, dê li her derê we were xistin."
Trump diyar kir ku di wê demê de niyeta wî nebû li benda encama dan û standinan bimîne û got ku peyama wî bi bandor bûye.
Trump wiha axivî, "Îdam dan sekinandin. Divê wan ti kes nedaleqandibe. Lê niha jî ez ji bo gelê Îranê gelekî xemgîn im, ew di dojehê de dijîn."
Dan û standinên Amerîka û Îranê didomin
Ev daxuyanî di demekê de hatin dayîn ku gera duyem a dan û standinên nerasterast ên di navbera Amerîka û Îranê de bi navbeynkariya Umanê li Mesqed û Cenevreyê didomin.
Rêveberiya Washingtonê daxwaz dike ku çalakiyên pîtandina uranyûmê û bernameya mûşekên balîstîk a Îranê bên sînordarkirin. Tehran jî diparêze ku çalakiyên nukleerî "mafê" welêt e.
Dema têkiliyên dîplomatîk didomin, Trump ji bo rêkeftinê 15 roj dem da. Her wiha hat ragihandin ku ji bo zêdekirina zexta li ser Îranê hêzên deryayî yên zêde şandine herêmê.