Rûdaw tevlî Kongreya Medyaya Cîhanê bû!


Dohe (Rûdaw) – 65emîn Kongreya Medyaya Cîhanê (WMS) li paytexta Qeterê-Dohe didome. Tora Medyayî ya Rûdawê jî beşdarî wê civînê bûye.

Duh li paytexta Qeter-Doheyê, 65emîn Kongreya Medyaya Cîhanê bi beşdarbûna nûnerên bi dehan ajans, televîzyon, torên medyayî û saziyên rojnamevaniyê dest pê kir.

Di wê civînê de, ku ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî di warê medyayî de û çawaniya pêşxistina medyaya cîhanê hatiye lidarxistin, Rûdaw jî wek yekane dezgeha medyayî ya kurdî beşdar bûye. Kongre dê îro xilas bibe.

Di civîna îro de, delege dê li ser çawaniya rûmalkirina kirîza koçberan û gendeliyên FIFAyê gotûbêj bikin.

Zêdetirî 350 delege ji 100 welatên cîhanê tevlî kongreya han bûne.

Yekemîn kongreya medyaya cîhanê Tebaxa 2009ê li paytexta Çînê-Pekînê hatibû lidarxistin, duyemîn kongre jî Hezîrana 2012 li paytexta Rûsya-Mokoyê hatibû sazkirin.

Navê beşek ji ajans û televîzyonên ku tevlî kongreya Dohe bûne, ev in:

Xinhua News Agency, CNN, Reuters, The Associated Press, International Information Agency,Al Jazeera Media Network, TASS Russian News Agency, Kyodo News, MIH Grouo, The Hindu Group, Rudaw Media Network (Rûdaw)