NEWROZA BONNÊ - Serok Barzanî: Newroz ji bo gelê Kurd nîşana vejîn û azadiyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got "Newroz ji bo gelê Kurd nîşaneya vejîn, azadî û destpêkeke nû ye ji bo gelê Kurd".
Li bajarê Bonnê yê Almanyayê ji aliyê Revende Kurdî pîrozbahiyeke Newrozê tê li darxistin.
Serok Mesûd Barzanî jî peyameke pîrozbahiyê vîdeoyî ji bo beşdarê Newrozê şand.
Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser pêdiviya yekrêzî û hevgirtina di navbera Kurdan de kir û daxwaz ji revenda Kurd kir ku bibin balyozên serkeftî ji bo danasîna doza rewa ya gelê xwe û parastina ziman û çanda Kurdî.
Serok Barzanî di beşeke din a peyamê de amaje bi rewşa herê û mafên gelê Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê kir û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyan xwest.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Xwişk û birayên hêja,
Amadebûyên birêz,
Kurdistaniyên ezîz,
Hûn bi xêr hatin ji bo vê komcivîna cemawerî ya bi helkefta Cejna Newrozê.
Min ji dil dixwest ku ez bi we re di vê merasima tijî coş û kelecan de beşdar bibim lê ji ber rewş û alozîyên li vê herêmê, bi daxwaza lêborînê ez neşiyam bi we re beşdar bibim.
Ez dixwazim ji dil pîrozbahiya Cejna Newrozê li we û li hemû Kurdistaniyên ezîz ên li Kurdistan, Ewropa, Amerîka û her cihê din ê cîhanê ku Kurd lê dijîn bikim.
Newroz nîşaneya jiyan û azadiyê ye
Newroz ne tenê hatina werzekê, nûbûna xwezayê û bûyereke asayî ye, belkû Newroz ji bo Kurdistaniyan nîşaneya vejîn û azadiyê ye.
Ew nîşaneya destpêkeke nû, vejîn, hêvî û hilhatina rojeke nû ye.
Newroz hêviya gelekî ye ku ti carî ji bo maf û azadiya xwe dest ji xebat û berxwedanê bernedaye.
Agirê Newrozê bi hezaran salan e di dilê her Kurdistaniyekî de ye û peyam e ji hemû cîhanê re ku ev gel xwedî îradeya xwe ye û ti asteng û zordarekî neşiyaye wê îradeyê rawestîne.
Newroz di dilê her takekesekî Kurdistanî de agirek e ji bo azadî, bawerî û xwenetewandinê.
"Yekrêziya xwe biparêzin"
Kurdistaniyên hêja û delal,
Em Kurd li her cihê bin, çi li Kurdistanê, çi li Ewropa, Amerîka yan jî her cihê din ê vê cîhanê, yek peyama serekî me hemûyan bi hev re kom dike, ew jî nasnameya Kurdayetiyê û hezkirina azadiyê ye.
Ez gelekî kêfxweş im ku niha li bajarê Bonnê yê Almanyayê vê hejmara zêde ya welatiyên Kurd dibînim ku ev bi xwe nîşaneya yekrêzî û yekdengiya Kurdan e.
Nîşana wê yekê ye ku Kurd li her cihekî bin, dikarin bi yek dilî û yekdengî ji bo maf û nasnameya xwe mil bi milê hev rawestin.
Ew yek jî rêya rast û rêya rizgarbûnê ye. Ez ji we dixwazim ku hûn her dem vê yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin.
Niha em di serdemekê de dijîn ku çavê hemû cîhanê li ser Kurdan e.
Eger em bi xwe hebin û yekrêz bin û pişta hevdû bigirin, piştrast bin ku cîhan jî dê bibe dost, alîkar û piştgirê me.
Welatên Ewropayê bûne mala duyem a hejmareke zêde ya Kurdên her çar parçeyan, lê ez piştrast im ku dilê we hemûyan bi ax û niştimanê welat re ye.
Ez ji we dixwazim ku zarokên we ji ziman û çanda Kurdî neyên qutkirin û her Kurdê ku li derveyî Kurdistanê dijî, divê bibe balyozekî hêja yê neteweya xwe, bibe mînaka helwesta şaristanî û nirxên bilind ên gelê xwe û rêzê li yasa û rêzikên wan welatên ku bi salan e hûn tê de dijîn û ji bo we wekî stargehekê bûne, bigire.
#VÎDEO - Serok Mesûd Barzanî ji Newroza Bonnê re peyamek şand
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
💬 Newroz ji bo Kurdistaniyan nîşana vejînê ye#Newroz pic.twitter.com/iCDxLezyGD
Rewşa parçeyên din ên Kurdistanê
Kurdistaniyên delal, xwişk û birayên ezîz,
Cihê kêfxweşiyê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji karesat û neheqiyan hate parastin û hêvîdar im ku hikûmeta Sûriyeyê û Amerîka û hevpeyman rêzê li maf û daxwazên gelê Kurd li Sûriyeyê bigirin.
Her wiha em piştgiriyê didin proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê û em hêvîdar in ku bigihîje encameke baş a ku di xizmeta hemû aliyan de be.
Di dema niha de ku cîhan tijî guherînên mezin e, mixabin herêma me di nav şer û aloziyan de derbas dibe.
Di vê rewşa dijwar de ku cîhan bi giştî pêdivî bi aştî û aramiyê heye, peyama gelê Kurdistanê her tim peyama aştî û aramiyê bûye.
Hemû hewlên me ew bûne ku gelê Kurdistanê nebe beşek ji wan pirsgirêk û nakokiyan.
Em hêvîdar in ku xwişk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê û her wiha Herêma Kurdistanê ji şer, alozî û nexweşiyên ku li navçeyê hene parastî bin.
Di dawiyê de careke din pîrozbahiya Cejna Newrozê li we dikim û hêviya xweşî û saleke tijî bextewarî û şahî ji bo we dixwazim.
Li vir ez ji we daxwaz dikim ku hûn wekî xwişk û birayan pişta hevdû bigirin û nirx û prensîbên neteweyî li ser hemû berjewendî, hizir û îdeolojiyan bigirin.
Me hemûyan li Kurdistanê hêvî û baweriyên mezin bi hêz, şiyan û bandora revenda Kurd û Kurdên derveyî welat hene ji bo bihêzkirin û danasîna doza rewa ya gelê Kurdistanê ji cîhanê re.
Newroz û saleke xweş ji bo we, hêviyeke min a mezin bi paşeroja gelê Kurdistanê heye û serkeftin jî dê her ya gelê me be.
Silav li giyanê pak ê şehîdên rêya azadiyê li her cihekî bin.
Pêwîst dizanim spasiya Konfederasyona Revenda Kurdî bikim ji bo ked û zehmeta wan.
Newroza we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.