Navenda Nûçeyan – Firokeyeke şer a Amerîkayê ya ji curê F-18 li başûrê welatê Fîlîpînê kete xwarê.
Li gorî agahiyan, îro firokeyeke şer a Artêşa Amerîkayê ku ji curê F-18 bûye, li başûrê beravên welatê Fîlîpînê kete xwarê.
Ev firokeya cengî ya Amerîkayê ser bi komgemiya firokehilgir a USS Carl Vinson e.
Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihandiye, ku pîlotê firokeyê sax e û rewşa tendirustiya wî baş e.
Hêza Deryayî ya Amerîkayê herwiha gotiye, ku sedema ketina firokeya F-18 a wî welatî hêj nehatiye zanîn û tekez kir, ku debarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.
Komgemiya firokehilgir a USS Carl Vinson berî çend rojan bi fermana Rêveberiya Koşka Spî bo sînorê avên navdewletî yên li rojhilatê Asyayê hatibû şandin.
Şandina vê komgemiya firokehilgir ji ber kûrbûna nakokiyên navbera Amerîka û Koreya Bakur û tundtirbûna daxuyaniyên berpirsên her du welatan hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse