Şêwirmendê Serokwezîrê Pakistanê: Em ji bo aştiya Îran û Amerîkayê şev û roj dixebitin

 Îslamabad (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, Serdar Yasir Îlyas Xan ragihand ku ew "şev û roj" dixebitin da ku Îran û Amerîka careke din li ser maseyê rûnin û li ser şert û mercên hevpar li hev bikin.

Agirbesta du hefteyî 8ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakistanê hatibû pêkanîn.

Dema vê agirbestê sibê bi dawî dibe.

Bi nêzîkbûna bidawîbûna agirbestê re li herêmê alozî careke din zêde bû.

Hikûmeta Pakistanê hewlên xwe yên dîplomatîk derxistin asta herî bilind.

Armanca Pakistanê ew e ku gera duyem a dan û standinên aştiyê yên di navbera Washington û Tehranê de pêk bîne.

"Îslamabad ji bo dan û standinan navnîşana herî guncav e"

Serdar Yasir Îlyas Xan ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku Îslamabad ji bo dan û standinan navnîşana herî guncav e.

Serdar Yasir Îlyas Xan diyar kir ku Pakistan di vê pêvajoyê de roleke jiyanî dilîze û anî ziman ku Îran û Amerîka hîn bi awayekî fermî negihîştine Îslamabadê lê li pişt deriyên girtî trafîka hevdîtinan didome û got:

"Bi qasî ku ez dizanim dan û standin jixwe bi awayekî didomin."

Wî hêdîbûna hevdîtinan bi "cudahiya nêrînan" a di daxwazên aliyan de girê da û diyar kir ku ew daxwazên aliyan rewa dibînin.

Dîplomasiya di bin siya Tengava Hurmizê û tohmetbarkirinên hevpar de

Di vê serdema hestyar a agirbestê de, tevgera leşkerî ya li qadê dîplomasiyê zehmet dike.

Amerîkayê 13ê Nîsanê li Tengava Hurmizê li dijî keştiyên Îranê dorpêça deryayî da destpêkirin.

Her wiha Amerîkayê roja yekşemê dest danî ser keştiyeke Îranê.

Ev gavên Amerîkayê bûn sedema berteka tund a Tehranê.

Li beramberî vê yekê, Îran wê rêya avî ya stratejîk ku pênceka enerjiya cîhanê tê re derbas dibe, girtî dihêle.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser medyaya civakî de îdia kir ku Tehranê "gelek caran" agirbest binpê kiriye û wî alozî gurtir kir.

Rayedarên Îranê jî peyama xwe ducare kir ku ew dê di bin zextê de dan û standinan nekin.

Tehranê helwesta Washingtonê wekî "nîşaneya bêbaweriyê" bi nav kir.

Bîlançoya giran a şer: Jiyana bi milyonan kesan di xeteriyê de ye

Dawiya meha sibatê Amerîka û Îsraîlê li Îranê bi hezaran armanc dan ber xwe û şer dest pê kir.

Bîlançoya vî şerê ku nêzîkî 6 hefteyan ajot her ku diçe girantir dibe.

Di êrişên asmanî de piraniya wan personelên leşkerî nêzîkî 3 hezar û 400 kes hatin kuştin.

Îran û hevpeymanên wê yên li herêmê jî wekî bersiv nêzîkî 7 hezar dron û mûşek avêtin.

Di encama van êrişan de bi sedan kes mirin ku di nav wan de leşkerên Amerîka û Îsraîlê jî hene.

Her wiha zêdetirî hezar kes birîndar bûn.

Rayedarê Pakistanî Îlyas Xan diyar kir ku ew bawer dike di vê qonaxê de kes naxwaze şer dirêj bibe û anî ziman:

"Em li vir qala rizgarkirina jiyana bi milyonan kesan dikin.

Eger ev alozî çareser nebe, ne tenê herêm dê tevahiya cîhanê bikeve xeteriyeke mezin."

Stratejiya "Hunera Aştiyê" ya Pakistanê

Îlyas Xan da zanîn ku serkirdayetiya Pakistanê ji bo aştiyê mînakeke pêşeng nîşan dide û diyar kir ku dîplomasî hunerek e û Serokwezîr Şerîf û Sererkanê Giştî yê Pakistanê bi hemû aliyên pêwendîdar re di nav pêwendiyeke berdewam de ne.

Xan eşkere kir ku Îslamabad ji bo pêkhatina vê gerê hîn jî gelekî bi hêvî ye û li axaftina xwe zêde kir ku encam di dawiyê de girêdayî niyeta aliyan û pêbendbûna wan a bi aştiyê ye.