Trump: Ji bilî lihevkirinê ti bijardeyên din ên Îranê nînin

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump da zanîn ku Washington û Tehran ji bo bidawîanîna şerê ku çend hefte ne didome dê bigihêjin peymanekê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman, ji bilî ku li ser peymanekê li hev bikin ji bo Îranê "ti bijardeyên din nînin."

Donald Trump li ser îhtimala peymana li gel Îranê ji kanala CNBCyê re axivî û got:

"Ez bawer dikim ti bijardeyên wan ên din nînin.

Me hêza wan a deryayî, hêza wan a asmanî û serkirdeyên wan ji nav birine."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku kuştina serkirdeyên Îranê ji aliyekî ve karan "aloz" dike lê ew bawer dike ku ew serkirdeyên niha li Tehranê ne "gelekî jîrtir in."

Trump li ser pirsa guherîna desthilatê ya li Îranê got:

"Hûn çi navî lê dikin bikin, ev guherîna rejîmê ye.

Her çend min negotibû ez dê vê bikim lê min bi awayekî nerasterast ev pêk anî."

Agirbest nayê dirêjkirin

Trump li ser pirsa gelo ew dê agirbestê dirêj bike ku derfet ji bo dan û standinên aştiyê çêbibe, got, "Ez naxwazim karekî wisa bikim."

Trump li ser şandina şandeyan û destpêkirina dan û standinên li Pakistanê jî ragihand:

"Ji bo Îranê ti bijardeyên din nînin, divê tîma dan û standinan bişînin.

Ez pêşbînî dikim ku em dê ducare dest bi bombebaranê bikin, çimkî bi nêrîna min eger em bi vê helwestê bikevin nav dan û standinan dê baştir be.

Lê em amade ne. Artêş ji bo destpêkirinê gelekî bi kelecan e."

Destdanîna ser keştiya Îranê

Serokê Amerîkayê ragihand ku hêzên welatê wî dest daniye ser keştiyekê ku "diyariyeke" Çînê ya ji bo Îranê tê de bûye.

Trump got ku Tehran dixwaze di dema agirbestê de depoyên xwe yên çekan tije bike.

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku dema agirbesta demkî ya Washington û Tehranê ber bi dawiyê ve diçe.

Her du alî hev bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.

Trump îro li ser Truth Socialê jî ragihand ku Tehranê peymana agirbestê pêk neaniye û gelek caran binpêkirin kirine.