Trump bangî Îranê kir: Wan 8 jinan berdin
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump berî gera nû ya dan û standinên aştiyê yên li Pakistanê rasterast bangî serkirdeyên Îranê kir û xwest ku 8 jinên ku cezayê îdamê wergirtine werin berdan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ev gav wekî "nîşaneya niyeta baş" a ji bo pêvajoya dîplomatîk a di navbera Washington û Tehranê de pênase kir.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nûçeyên li ser amadehiya Îranê ya ji bo bidarvekirina 8 jinan parve kir û got:
"Ez bangî serkirdeyên Îranê dikim ku dê di demeke nêzîk de bi nûnerên min re li ser maseya dan û standinan rûnin.
Ez dê ji berdana van jinan gelekî kêfxweş bibim.
Ez bawer im ev gava we dê bi rêzeke mezin were pêşwazîkirin.
Ji kerema xwe zererê nedin wan! Ev dê ji bo dan û standinên me bibe destpêkeke gelekî baş."
Navên di lîsteya îdamê de û tohmet
Rêxistina civakî ya bi navê Lawfare Project a li New Yorkê navên wan 8 jinan eşkere kirin.
Ew jin Bita Hemmatî, Xezal Qeledarî, Gulnaz Neraxî, Venus Hisên Nejad, Penah Movahedî, Ensieh Nejatî, Mehbûbe Şebanî û Diana Tahir Abadî ne.
Hat diyarkirin ku Bita Hemmatî jina ewil e ku ji ber xwenîşandanên dawiyê li Îranê cezayê îdamê wergirtiye.
Hemmatî meha Kanûna Paşîn li Tehranê bi teşwîqkirina serhildana li dijî pergalê hatibû tohmetbarkirin.
Çîrokên kesên din ên di lîsteyê de jî hûrgiliyên balkêş dihewînin.
Pispora tibê ya acîl a 37 salî Dr. Gulnaz Neraxî dema li nexweşxaneyeke Tehranê li ser karê xwe bû meha Kanûna Paşîn hatibû girtin.
Mehbûbe Şebanî jî bi hinceta ku alîkariya tibî daye xwenîşanderên birîndar hatiye girtin.
Di nav kesên di bin metirsiya îdamê de ne xwendekara 16 salî Diana Tahir Abadî û dayîka zarokekî biçûk Ensieh Nejatî jî hene.
Li gorî hinek amaran, hinek ji van jinan li ser televîzyona dewletê neçarî "îtirafên bi zorê" hatine kirin ku wan xwenîşandan organîze kirine.
Di saetên dawî yên agirbestê de zexta dîplomatîk
Ev banga Trump di demekê de hat ku ji bo bidawîhatina agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de tenê çend saet mane.
Agirbest dê êvara çarşemê bi dema Washingtonê biqede.
Beriya bidawîhatina agirbestê dihat çaverêkirin ku şandeya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance biçe Îslamabadê lê hat ragihandin ku ev serdan hatiye bipaşxistin.
Li aliyê din, birêvebiriya Tehranê ji bo beşdariya dan û standinan rakirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê wekî mercekî pêşîn datîne.
Trump jî dibêje ku Îranê agirbest "gelek caran binpê kiriye" û eger peymanek neyê kirin dirêjkirina demê "ne pêkan e."