Trump: Êrişên li Îranê hatin rawestandin û agirbest hat dirêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku li ser daxwaza serkirdeyên Pakistanê wî operasyonên leşkerî yên li Îranê rawestandine û biryar daye ku agirbestê dirêj bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku birêvebiriya Îranê "bi giranî dabeş bûye" û destnîşan kir ku heta pêşniyareke hevpar neyê pêşkêşkirin dê zexta leşkerî berdewam bike.
Serokê Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û biryarên xwe yên dawî yên li ser pêvajoya dîplomatîk û leşkerî ya li herêmê bi xelkê re parve kirin.
"Hikûmeta Îranê bi giranî dabeş bûye"
Trump bal kişand ser krîza birêvebirinê ya li Tehranê û di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan:
"Li ser wê rastiyê ku hikûmeta Îranê bi giranî dabeş bûye -ku ev ne tiştekî çaverênekirî ye- û li ser daxwaza Fermandarê Giştî yê Artêşa Pakistanê Asim Munîr û Serokwezîr Şehbaz Şerîf, ji me hat xwestin ku heta aliyê Îranê pêşniyareke yekgirtî pêşkêş bike em êrişên xwe rawestînin."
Trump teqez kir ku dirêjkirina agirbestê nayê wateya rakirina zexta leşkerî û diyar kir ku wî fermanên zelal dane artêşa xwe û da zanîn:
"Min ferman da artêşa me ku dorpêça deryayî bidomîne û di hemû mijarên din de bi temamî amade be.
Ji ber vê yekê, heta ku pêşniyara Îranê were pêşkêşkirin û dan û standin bi vî awayî yan bi awayekî din bi dawî bibin, ez agirbestê dirêj dikim."