Beyonce: Bila Hillary Clinton bibe serok

21-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Amerîkî Beyonce piştgîriya xwe bo namzediya Hillary Clinton di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de ragihand.

Di kampanyayekê hilbijartinê de bo piştgiriya namzeda Demokratan bo serokatiya Amerîkayê, Hillary Clinton, hunermenda navdar Beyonce jî amade bû û piştevaniya xwe ji bo namzediya Clinton nîşan da.

Di hilbijartinên Amerîkayê de, namzedên her du partiyên Demokrat û Komarîxwaz giringiyê didin stranbêj û hunermendên navdar û piştgiriya strêrkên hunerî bandorê li ser dengê namzedan dike.

Hillary Clinton, di 4 salên destpêkê yên serokatiya Barack Obama de Wezîra Derve ya Amerîkayê bû.

Beyonce yek ji wan hunermendên navdar e ku gellek caran di kampanyayên siyasî de beşdar bûye. Di hilbijartinên berê de jî piştevaniya Barack Obama kiribû.

Hilbijartinên serokatiya Amerîka dê 8ê Mijdara 2016ê bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst