MEKSÎKA - Şêwirmend û sekretera seroka şaredariyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Maksîkoya paytexta Meksîkayê sekreter û şêwirmendê serokê şaredariyê di êrişeke bi çekan de hatin kuştin.

Ximena Guzmana Sekretera Taybet a Seroka Şaredariya Meksikoyê Clara Brugadayê û şêwirmendê wê Jose Munoz êrişeke bi çekan de hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, Guzman û Munoz li nêzîkî çarrêyana kolanên Calzada de Tlalpan û Napoleonê ya Meksîkoyê dema ku di wesayîtên xwe de bûn rastî êrişa motorsiwarekî hatine.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Guzman û Munoz li cihê bûyerê mirine.

Seroka Dewletê ya Meksîkayê Claudia Sheinbaumê li ser bûyerê got, "Mixabin Ximena Guzman û Jose Munoz di êrişeke bi çekan de canê xwe ji dest da."

“Bê ceza namînin”

Sheinbaumê diyar kir ku wê ji bo dîtina êrişkaran ferman daye Sekreterê Ewlehî û Parastina Welatiyan (SSPC) Omar Garcia Harfuch û got:

"Berpirsên vê bûyerê bê ceza namînin û dê li ber dadweriyê hesab bidin.

Lêpirsîn dê bi hûrgilî bê meşandin û piştgiriya hikûmetê temam e."

Sheinbaumê serxweşî ji Seroka Şaredariya Meksîkoyê Clara Brugada û malbatên kuştiyan re xwest.

Brugadayê jî di daxuyaniya xwe de got: "Ximena jineke ecêb, bêwestan û nazik bû.

Ez Pepe ji zarokatiya xwe ve nas dikim, yek ji kesên herî aqilmend û berpirsiyar bû ku min nas kirine."