ALMANYA - Siyasetmedar Yuksel Koç hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç li Almanyayê hat desteserkirin û dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” biryara girtina wî da.
Hevserokê berê yê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koçê ku 20ê Gulanê li mala xwe ya li bajarê Bremenê ya Almanyayê hatibû desteserkirin, li bajarê Karlsruheyê derket pêşberî dadger.
Dadgehê li gorî madeya 129b a Qanûna Cezayan a Almanyayê ku bi “endamtiya rêxistinê” ve têkildar e, biryara girtina Koç da.
Piştî biryarê dadgehê Yuksel Koç şand Girtîgeha Bremenê.
Li gorî nûçeya MAyê, parêzerên Koç diyar kir ku ew dê li dijî girtinê îtiraz bikin û wan nerazîbûna xwe nîşan da ku daraz ji ber sedemên siyasî tê meşandin.
Di heman demê de hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Almanyayê ji sala 2016an ve Koç dişopînin û dê darizandina sereke li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê bê dîtin.