Li Almanyayê li ber restoranteke Kurdan bombeyek teqiya

Koln (Rûdaw) - Serê sibeha roja pêncşemê, li navçeya Deutzî ya bajarê Kolnê yê Almanyayê gurmîniyeke bihêz şêniyên navçeyê ji xew şiyar kir.

Teqînê saet 4:30î serê sibehê li ber restoranteke naskirî ya Kurdan a li Kolnê rû da.

Hin şahidan ji polîsên Kolnê re ragihand ku wan du zilam dîtine ku ji wê deverê reviyane û niha polîs li pey wan her du zilaman digere.

Li gorî medyaya herêmî, têkiliya teqînê bi şerê di navbera komên bazirganiya madeyên hişbir de heye lê hîn jî polîs lêkolînê li ser bûyerê dike û ev yek piştrast nekiriye.

Li gorî zanyariyên Diyasporayê, xwediyê restorantê dîmenên kamerayên çavdêriyê yên restoranta xwe daye polîsan.

Di dema teqînê de kes li restorantê nebûye, loma ti kesî zerereke canî jî çêbûye.

Peyamnêra Rûdawê Mey Dost çûye cihê bûyerê û ji zarê karmendên restorantê zaniye ku ya hatiye danîn û teqiyaye bombeya dengî bûye.

Her wiha peywendî bi dozgerê giştî yê Kolnê re kiriye û jê re ragihandiye ku hîn jî lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

Li Kolnê demeke dirêj e polîs li pey komên bazirganiya madeyên hişbir e.

Wekî di dosyeyên polîs û dadgehê de diyar dibe ku berî salekê, 350 kîlo madeyên hişbir ku bihayê wê bi milyonek û 500 hezar euro tê texmînkirin, winda bûye.

Grûpa ku xwe wekî xwediya wan madeyên hişbir ên windabûyî dibîne gumanê ji hin kesan dike ku wan ew kar kiribe.

Çavkaniyên Alman dibêjin teqîna li ber wê xwaringeha Kurdî karê wan koman e.

Herwiha tê gotin mafyayên Mexribî-Holendî ku bi navê “Mokro Mafia” tên naskirin roleke wan di wan kêşeyên dawiyê yên li Kolnê de heye.