Li Fransayê 9 kesên Kurd û Efxanistanî hatin darizandin

Dusseldorf (Rûdaw) - Vê heftiyê li bajarê Lilleyê yê Fransayê dadgehkirina 9 kesên Kurd û Efxanistanî bi tohmeta qaçaxçîtiya bi koçberan dest pê kir.

Dadgehê ragihand ku 8 tohmetbar li hola dadgehê amade bûn û hatine girtin, kesê nehem reviyaye û hîn jî nehatiye girtin.

Her wiha kesekî din jî ku tohmetbar e bi hevkariya wê grûpê li Belçîkayê hatiye girtin û biryar e bi awayekî cuda bê dadgehkirin.

Dadgehê navê wan kesan eşkera nekiriye lê ragihandiye ku temenê wan di navbera 22 ta 40 salî de ye û ji bo her kesekî ku ji Fransayê derbasî Brîtanyayê kirine yan di rê de di destê wan de xeniqîne daxwaza 1500 ta 4000 euroyan kirine.

Dozgerê giştî yê bajarê Lille dibêje hîn jî komkirina belge û zanyariyên zêdetir li ser tohmetbaran berdewam e û dixwazin bizanin her yek ji wan rola wan di qaçaxçîtiyan de çi bûye.

Ji aliyekî ve, her li wê navçeya ku ew tohmetbar lê hatine girtin, ango li navçeya Calais û Dunkirkê, rûdaneke hejîner ji bo koçberên Kurd rû da.

Ew jî piştî wê yekê hat ku du koçberên xelkê Başûrê Kurdistanê şerê hev dikin û bi çekan hevdu dikujin.

Polîs û medyaya fransî dibêjin têkiliya wê bûyerê bi zincîre rûdaneke kuştin û birîndarkirina din ve heye ku vê dawiyê li wê herêmê rû didin.

Her wiha du kes jî ku bi gotina polîsan Kurd û Efgan in li ser wan qewimînan hatine girtin.

Kesê Kurd 29 salî ye û yê Efganî jî 16 salî ye.