Xelkê Kurdistanê çawa dikare herî hêsan vîzeya Schengenê wergire?

Dusseldorf (Rûdaw) - Kesên ku li Kurdistanê ne û çaverê ne ku balafirgeh bên vekirin û geşt ji bo Ewropayê dest pê bikin û difikirin ku daxwaza vîzeya Schengenê bikin, girîng e bizanin li konsulxaneyan kîjan welatî daxwaza xwe pêşkêş bikin.

Hin welatên endam li Schengenê bi bexşîna vîzayê tên naskirin li gorî hinekên dîtir.

Li gorî wan daneyên fermî ku li ber destê bernameya Diyasporayê ne, ew 10 welatên ku di mehên borî de zêdetirîn rêjeya wan a pesendkirina vîzaya Schengenê hebû ev in:

“Îslanda, Slovakya, Îtalya, Romanya, Swîsre, Macaristan, Norweç, Yunasitan, Awisturya û Luksemborg in”

Îslanda di pêşengê de ye, bi pesendkirina ji sedî 91ê daxwazên vîzayê ku pêşkêşî nûnerayetiyên wê hatine kirin.

Her wiha Îtalya, Macaristan, Yunasitan û Awisturya rêjeyên pesendkirinê yên bilind pêşan dane, di navbera ji sedî 85 û 88ê daxwazên wan pejirandine, ev jî tê wateya ku tenê ji sedî 12 û 15 hatine redkirin.

Li hemberî vê yekê, ji bo Frensayê zêdetirî 3 milyon daxwazên vîzeyê hatine pêşkêşkirin û ji bo Almanyayê 1,5 milyon lê ev welat ne di nav wan welatan de ne ku zêdetirîn rêjeya wan pejirandina vîzeyê heye.

Ji ber şêwaza berhevkirina daneyan, bi hûrî ne diyar e ka çend daxwazên vîzeya Schengenê bi taybetî ji Herêma Kurdistanê di sala 2024an de hatine pêşkêşkirin.

Lê dane nîşan didin ku 66 hezar daxwaz ji Îraqê, 5 hezar ji Sûriyeyê û 162 hezar ji Îranê hatine pêşkêşkirin.

Welatiyên Tirkiyeyê duyem herî zêde daxwaz li cîhanê pêşkêş kirine, piştî Çînê, bi tevahî 1,174,000 daxwazî.

Dewletên endamên Schengenê 937 milyon euro ji daxwaziyên vîzeyê berhev kirine.

Kesên ku daxwaziyên wan hatine redkirin, 136 milyon euro xistine nav xezîneya welatan Schengenê.

Tenê Fransayê di sala 2024an de 246 milyon euro tenê ji pareyên daxwaziya vîzayê bi dest xistiye.