Trump daxwaza Xelata Aştiyê ya Nobelê dike: 'Divê bidin min'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku ew hêjayî gelek Xelatên Aştiyê yên Nobelê ne, lê ji ber ku li gorî gotina wî, ew ne kesekî lîberal e, xelatê nadinê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 20ê Hezîranê, piştî ku balafira wî li wîlayeta New Jerseyê danî, ji rojnamegeran re axivî.

Donal Trump behsa wê yekê kir ku, ji bo peymana aştiyê ya vê dawiyê ya di navbera Rwanda û Kongoyê de, çareserkirina nakokiya di navbera Kosova û Sirbistanê de, her wiha rawestandina şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de, "divê" Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin wî.

Endamê berê yê Komariyan a Civata Nûneran a Amerîkayê Matt Gaetz gotibû, eger Trump Xelata Aştiyê Nobelê dixwaze, bila ne tenê lêpirsînê bi Îranê re bike, bila mufetîşan bişîne Îsraîlê û Tel Evîvê neçar bike ku dev ji çekên xwe yên atomî berde, paşê Îran jî dê razî bibe.

Gaetz pêşniyar dike ku eger Trump vê yekê bike, Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin wî û navê xelatê hetahetayê biguherînin û bikin "Xelata Aştiyê ya Trump."

Îro Pakistanê ragihand ku ew dê navê Trump wekî berbijêrekî Xelata Aştiyê ya Nobelê, ji komîteya xelatê re pêşniyar bike.

Şîrovekarên Pakistanî dibêjin, ev hewla welatê wan ji bo wê yekê ye ku wisa li Trump bikin ku ew li ser wê yekê nefikire ku beşdarî şerê Îsraîlê yê li dijî Îranê bibe.

Pakistanê êrişên Îsraîlê şermezar kirin û got ku Îsraîlê yasaya navneteweyî bin pê kiriye.

Di Gulana îsal de, Trump agirbesteke nişkave ragihand ku dawî li çar rojên şerê giran ê di navbera Hindistan û Pakistanê de anî.

Ji wê demê ve, Trump çendîn caran gotiye ku wî rê li ber çêbûna şerekî atomî girtiye û jiyana bi milyonan kesan parastiye.

Wî her wiha gazincên xwe anîne ziman ku hewlên wî wek pêwîst nehatine pesinandin.

Pakistan dibêje, şer bi navbeynkariya Amerîkayê rawestiya, lê Hindistan dibêje, Washingtonê ti pêwendî bi mijarê re nebûye û her du aliyên şerker di nav xwe de li hev kiriye.