Li Bengladeşê balafireke şer ket: Gelek mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dakkaya paytexta Bengladeşê balafireke şer a Hêzên Asmanî li kampusa dibistanekê ket û di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest da.
Li herêma Uttaraya ya li bakurê Dakkayê balafireke şer a Hêzên Asmanî ya Bengladeşê ya ji cureya F-7 BGI li kampusa Koleja Milestone ket.
Hat ragihandin ku di dema qezayê de xwendekar jî li kampusê bûn.
18 kesan canê xwe ji dest da
Ofîsa Pêwendiyên Civakî ya Artêşa Bengladeşê piştrast kir ku balafir a artêşê bûye û gelek tîmên agirkujiyê û tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Berpirsa Tîma Agirkujiyê Lîma Khan di daxuyaniya xwe ya destpêkê de diyar kir ku di qezayê de herî kêm 18 kesan canê xwe ji dest daye.
Rewşa birîndaran giran e
Tîmên tenduristiyê piştî qezayê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Nêzîkî 60 kes sewqî Enstîtuya Neteweyî ya Şewat û Neştergeriya Plastîk hatin kirin.
Rayedaran diyar kir ku piraniya birîndaran zarok in û rewşa hinek ji wan giran e.
Artêşê daxuyanî da
Di daxuyaniya fermî ya Artêşa Bengladeşê de wiha gotin:
"Balafireke perwerdeyê ya Hêzên Asmanî ya Bengladeşê ya ji cureya F-7 BGI saet di 13:06an de rabû û piştî demeke kurt li herêma Uttarayê ket xwarê."
Her wiha hat eşkerekirin ku ji bo sedema bûyerê bê zanîn dest bi lêpirînê hatiye kirin.